Di ser banga ‘Aştî û Civaka Demomkratîk’ a Rêber Apo re ku 27’ê Sibata 2025’an kir zêdeyî salek derbas bûye, lê hîn jî dewlet û desthilatdariyê gaveke şênber neavêtiye. Ev yek jî nîqaşan zêde dike. Parlamentera Colemêrgê ya DEM Partiyê Oznûr Bartin li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Oznûr Bartin anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk li nava derdorên dost, rewşenbîr, nivîskar, kesayetên naskirî yên li nava siyaseta cîhanê û bi taybetî jî li nava gelên li Tirkiye û Kurdistanê ji bo avakirina jiyaneke nû bû hêvî. Parlamentera DEM Partiyê got, “Atmosfera tirsê û zextê ku bi salan li ser gelan bû, belav bû. Bi milyonan mirov li dora banga aştî û civaka demokratîk civiyan. Ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan muzakerevanê sereke ye, biryarên ku têkildarî tevgera xwe dide yek bi yek bi cih tê anîn. Ji bo Tirkiyeyê firsendeke dîrokî heye. Aştî bi gavên dualî dibe. Lê belê di vir de hin xisûs hene ku rast nameşe. Israra dewletê ya li ser neavêtina gavê hêrsa li nava civakê mezin dike. Ti berjewendî ji jiyana bi milyonan mirovî ya di nava aştiyê de hêjatir nîne.”
Oznûr Bartin destnîşan kir ku Rêber Apo muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, mîmarê ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ e û işaret bi encamên giran ên tecrîda bi salan kir. Oznûr Bartin got, “Ji ber ku li aliyekî Birêz Abdullah Ocalan li aliyê din jî dewlet û hikumet heye, tecrîd di vê pêvajoyê de heta astekê ji holê hate kirin. Tecrîda bi salan ne tenê berdêlên giran bi xwe re anî; her wiha israra li ser neçareseriyê bû sedema windahiyên aborî, civakî, çandî û siyasî. Rewşa xurt a Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn tenê bi pêkanîna aştiya navvxweyî û naskirina mafên destûra bingehîn ên demokratîk dibe.
Avakirina aştî û civaka demokratîk bi mercên azad ên karkirinê û qanûnîbûna statuya Birêz Ocalan şênber dibe. Mîmarê aştiyê divê nekeve ber kiryarên kêfî. Divê Tirkiye li gorî peymanên ku mohr kiriye astengiyên li pêşiya mafê hêviyê rake û vî mafî pêk bîne. Lê belê di vê pêvajoyê de qanûnîbûna statuya Birêz Ocalan di ser mafê hêviyê re ye.”
Oznûr Bartin bi bîr xist ku qonaxa duyemîn “aştiya pozîtîf” e û got, “Pêkhatina aştiya pozîtîf jî bi avêtina gavên şênber ên destûra bingehîn û qanûnî dibe.”
Parlamentera DEM Partiyê destnîşan kir ku aştî ne tenê bidawîbûna şer e û got, “Şêweyê bicihanîna edalet, wekhevî û qanûnên demokratîk e. Naskirina cihêrengiyan e, parastina xweseriyê ye, ev jî bi muzakereyên rasteqîn ên dewlet û civakê dibe. li cihê ku aştiya pozîtîf lê heye tecrîd nîne, dîlgirtin nîne; maf, hiqûq û wekhevî heye. Statu û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan nebe aştiya pozîtîf jî nabe.”

