Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Parlamenter Oznûr Bartin anî ziman ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re li nava civakê hêviyeke mezin afirî û diyar kir ku israra desthilatdariyê ya li ser neavêtina gavê hêrsa civakî mezin kiriye. Oznûr Bartin got, “Aştî bi gavên dualî dibe.”
Parêzer Clemens Lahner destnîşan kir ku gelek mirov Rêber Apo weke nûnerê rewa yê gelê Kurd dibîne û got, “Eger hikumet dixwaze ji aliyê aştî û lihevkirina civakî ve hewldaneke cidî bike, neçar e ku vê rastiyê qebûl bike.”
Serdan û pîrozbahiyên bi wesîleya Cejna Qurbanê li bajarên Kurdistanê bêne lidarxistin wê bêne şopandin.
Bûyerên Ebolayê yên li Kongoyê zêde bûn, şer, koçberiya ji neçarî û sîstema tenduristiyê ya hilweşiyayî xwedî wê rîskê ne ku veguhere krîzeke tenduristiyê ya herêmî.

