Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welatiyên Amedê: Em xwedî li şehîdên xwe û têkoşîna wan derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersîn, Edene, Riha û Dîlokê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa ISIG’ê: Meha Tebaxê herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê ji bo şehîdan bernameya bîranînê ya 3 rojî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gulderen Varli: Ji bo çareseriyê navnîşan diyar e
Kurdistan

Gulderen Varli: Ji bo çareseriyê navnîşan diyar e

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varliyê anî ziman ku tecrîd bes şer û bêçareseriyê bi xwe re tîne û got: "Ji bo çareseriyê jî navnîşan diyar e. Ger çareseriyek hebe ev jî bi Abdullah Ocalan re pêkan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli bal kişand li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan û bang li hikûmetê kir ku daxwazan qebûl bike.

 

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli ji Ajansa ANF’ê re axivî û anî ziman ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide ku gelê Kurd ji hişmendiya neteweyî, wekhevî, demokrasî, azadî û edaletê mehrûm bike.

Gulderen Varli diyar kir ku grevên birçîbûnê ketiye meha sêyem û got: “Em serdana girtîgehan dikin, qadên wan ên jiyanê bi hucreyên yekkesî hatine astengkirin. Girtiyên siyasî di daxwazên xwe de mafdar in. Dijminahiya desthilatdariyê ya li dijî Kurdan naqede, ev yek niha li girtîgehan tundtir tê kirin. Tehemila wan ji Nobeda Edaletê re jî tune ye, li gelek cihan dibin  asteng. Girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne, di hucreyên yekkesî de tên girtin û heya ji avê jî tên mehrûmkirin.”

LI HEMBERÎ GELÊ KURD BISERNEKETIN

Gulderen Varli destnîşan kir ku dewleta Tirk bi Komploya Navneteweyî û tecrîda ku ev 25 sal in heyî, dixwaze vîna gelê Kurd tek bibe û got, li hemberî Kurdan nekarîn vê yekê pêk bînin. Gulderen Varli got, Kurdên ku li derve siyasetê dikin û hişmendiya demokratîk bi pêş dixin, tên binçavkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Der barê rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan de tiştek nayê zanîn, ev yek ji gelê Kurd tê veşartin. Ji ber vê yekê grevên birçîbûnê destpê kirin. Dayikên me ev 65 roj in di Nobeda Edaletê de ne. Edalet tune ye, dijminahî heye. Rê û çareseriya vê pirsgirêkê Birêz Abdullah Ocalan e. Paşguhkirina vê yekê ne rêya çareseriyê ye. Ger çareseriyek hebe ew jî bi Birêz Abdullah Ocalan re pêkan e.”

QEYÛM JÎ ENCAMÊN HEMAN POLÎTÎKAYÊ NE

Gulderen Varli diyar kir ku tecrîdeke pir giran heye û got ku vîn, jiyan û erdnîgariya gelê Kurd bi qeyûman hatine desteserkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevdîtina li gel Birêz Abdullah Ocalan a parêzer, malbat û heyetê rêya diyalog û çareseriyê vekir. Ji ber vê em dibêjin hewce ye tecrîd rabe. Tecrîd bes şer û bêçareseriyê bi xwe re tîne. Ji bo çareseriyê jî navnîşan diyar e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobetên Edaletê: Em ê ji bo Rêbertiya xwe her tiştî bikin
Nûçeya Pişt re Gerîla Cûdî: Em ê şerê hevrê Sara mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mêrdînê di biryara ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ de 41 beraet, 1 ceza

Di danişîna doza 44 kesên ji ber di sala 2011’an de du malbatên xwîndariya wan…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê jin netewperestiyê derbas bikin û yekîtiyên konfederal ava bikin’

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû diyar kir ku divê jin netewperestiyê derbas bikin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Geverê çalakiya li dijî dagirkeran

Yekîneyên çalakiyê yên jinê diyar kir ku li Geverê li du deverên cuda çalakî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?