Yekşem, 13 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talebanî: Biryara gerîla ya destpêkirina serdemekî nû gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî pêşhilbijartinê lidar dixe
Rojane

DEM Partî pêşhilbijartinê lidar dixe

DEM Partî li Wan, Mêrdîn, Şirnexê û bajarên Serhedê ji bo hilbijartinên herêmî pêşhilbijartinê lidar dixe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca namzetên hevşaredarên bajarê mezin û hevşaredarên navçeyan û endamên meclîsên şaredariyê û meclîsa giştî ya bajêr diyar bike li gelek bajaran pêşhilbijartinê lidar dixe.

WAN

DEM Partiyê li Wan û bajarên Serhedê ji bo namzetên hevşaredarên bajarê mezin, hevşaredarên navçeyan, endamên meclîsên şaredariyan û meclîsa giştî ya bajêr diyar bikin li gelek navendan sindoq danîn. Dê li Serhedê ji bo yek ji bajarê mezin, li 8 bajar û 35 navçeyan nêzî 35 hezar kes dê deng biavêjin. Gelê ku di saetên serê sibê de berê xwe da avahiyên navend û navçeyan û eywanên ku sindoq lê hatine danîn, pêşengtiya şahiya demokrasiyê dike.

Yek ji bajarên ku herî zêde qelebalix derbas dibe Wanê, li 13 navendan sindoq hatin danîn. Tê payîn ku li Wanê 13 hezar û 500 kes deng biavêjin. Yek ji navçeya ku hejmara delegeyan lê herî zêde ye Rêya Armûşê gel li Eywana Dawetê ya Vîlla Parkê hate ba hev. Tevî barîna berfê jî bi hezaran kes ji taxên navçeyê berê xwe dan eywanên ku sindoq lê hatine danîn. Piştî avakirina dîwanê û rêzgirtinê ji bo bernamzet xwe bidin nasîn 5 deqîqe mafê axaftinê dan wan.

Delegeyên ji bo dengdayînê hatin eywanê diyar kirin ku bi biryara ku partiya wan wergirtiye keyfxweş in û anîn ziman ku dê bi hilbijartina namzetê xwe, şaredariyan ji qeyûman xelas bikin.

Yek ji dayika tevlî dengdayîna gel bû Rabîa Saginç spasiyên xwe pêşkeşî her kesê kirin û wiha got: “Em serê sibê zû rabûn, cilên xwe yên herêmî li xwe kirin û hatin vir. Em bi hewayê şahiyê pêşhilbijartina xwe lidar dixin. Hatina me ya vê derê ew e ku em şaredariyên xwe ji qeyûman xelas bikin. Li Wanê 14 şaredarî hene, em bi biryar in ku hemûyan bigirin. Ev ax axa me ye. Em dixwazin em bi xwe axa xwe bi rê ve bibin. Ez ji gelê Kurd re serkeftinê dixwazim.”

Dayika bi navê Havze Gul jî xwest ku hilbijartin bi serkeftî derbas bibin û wiha axivî: “Hêvî dikim ku hemû rojên me di hawîreke wiha demokratîk de derbas bibin. Ez bawer dikim ku gelê Kurd dawiya dawî jiyana ku beriya wê dikir dê bijî. Em polîtîkayên qeyûman qebûl nakin. Ez hatim kesê ku bajarê me bi rê ve bibe bi vîna xwe hilbijêrim. Em ê qeyûman bişînin. Ji gelê me re serkeftinê dixwazim. Serkeftin teqez a gelê Kurdistanê ye. Armanca me ew e ku civakeke azad ava bikin.”

Ramazan Algul, diyar kir ku piştî pêvajoya rexnekirin û xwerexnedayînê de biryara pêşhilbijartinê hate wergirtin û wiha got: “Em vê hilbijartina tê kirin gelek rast û di cih de dibînin. Tevlîbûna gel a rast e rast a demokrasiyê mafê herî bingehîn û xwezayî ye. 8 sal in bajarê me bi qeyûm tê birêvebirin. Qeyûman hemû axa me pêşkeşî alîgirên xwe dike. Em vê pêkanîna antî demokratîk qebûl nakin. Li dijî vê têkoşîna me dê berdewam bike. Tevî her tiştî em li vir in û em hene. Hemû hevalên bernamzet hevalên me û mirovên kedkar in. Serkeftinê ji gelê me re dixwazim.”

ŞIRNEX

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) li Şirnexê li eywana konferansa partiyê ji bo 740 delegeyan sindoq danîn û pêşhilbijartinê lidar dixe.

Delegeyan di seatên serê sibehê de berê xwe dan partiyê. Li gel hatina delegeyan pêşhilbijartin bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li dîwana hatiye avakirin endamê Meclîsa DEM Partiyê Ahmet İstek axivî. Îstek, destnîşanî giringiya hilbijartinê kir û wiha got: “Em bi demokrasiya herêmî ber bi azadiyê ve dimeşin. Em di dîroka siyasî ya cîhanê de zemîneke nû avadikin. Em pêş hilbijartinên xwe bi beşdariya bi deh hezaran delegeyan li bajarên ku hûn lê dijîn pêk tînin. Em di diyarkirina namzetên xwe de demokrasiya herêmî esas digirin û bi hev re siyasetê dikin. Em hêza xwe ya têkoşînê ji gel digirin.”

Îstek, got ku di encama demokrasiyê de ew ê ji tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bibin bersiv û wiha got: “Bi vê serkeftinê re em ê bersiva herî xurt bidin tecrîda mutleq a li ser Birêz Abdullah Ocalan, qeyûmên tayînî bajarên me, rehîngirtina hilbijartiyên me û dûrketina ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd. Em ê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bajarên xwe hembêz bikin. Em ê bi hevserokatî û nûnertiya wekhev bajarên xwe bi rê ve bibin. Em ê li herêmên xwe demokrasiya radîkal, xizmetên pirzimanî û pirçandî, jiyana ekolojîk, aboriya demokratîk û nêzîkatiya rêveberiya şefaf ava bikin.”

Pêşhilbijartin piştî danasîna bernamzetan bi dengdayînê berdewam dike.

MÊRDÎN

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31’ê Adara 2024’an de bên kirin ji bo hevşaredarên bajarê mezin û navçeyên Qoser, Nisêbîn, Dêrîk, Artûklû, Stewrê, Kerboran û Şemrexê û endamên meclîsên şaredariyan diyar bike li 10 navçeyan sindoq danîn. Tê payîn ku li gelemperiya Mêrdînê bi ser 10 hezaran delege dê deng bikarbînin. Welatî di saetên serê sibê de hatin navendên ji bo pêşhilbijartinê sindoq hatine danîn. Welatiyên hatin ser sindoqan dê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin, hevşaredariyên navçeyan û endamên meclîsa şaredariyê deng bikarbînin.

Her delege ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin dê jinekê û zilamekî hilbijêre. Ji bilî vê ji bo hevşaredariyên navçeyan jî dê ji bo jinekê û zilamekî deng bên avêtin û ji bo endamên meclîsa şaredariyan jî bi şertê di asta nûnertiya wekhev de jin û zilam bên hilbijartin mafê ku herî kêm deng bidin du bernamzetan heye.  

DENG DAYÎN

Li Mêrdînê hatina welatiyan a li ser sindoqê berdewam dike. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bê kirin bername dê bi danasîna bernamzetan berdewam bike. Dû re deng dayîn dê destpê bike. Piştî ku dengdayîn bi dawî bû dê deng bên hejmartin. Dê bi dengdayîna gel li Mêrdînê Hevşaredarên Bajarê Mezin û 7 navçeyan û endamên meclîsa şaredariyê dê bên diyarkirin.

Li Mêrdînê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin 5 jê jin 13 bernamzet hene û navên wan wiha ne: Munevver Olker, Gulîzar Îpek Bîlek, Necla Fîgen Altindag, Semîre Demîrel Kût, Devrîm Demîr, Ahmet Turk, Abdulvahap Irmak, Azad Yildirim, Nûrûllah Kiliç, Zîver Gumuş, Nevroz Turk, Şerafettîn Şahîn û Nazim Kok.

Navnîşanên sindoqên ku li bajêr hatine danîn wiha ne:

Qoser: Eywana Dawetê ya Darayê ya li ser rêya Serêkaniyê ya li Taxa Firatê

Nisêbîn: Eywana Dawetê ya Hilltoownê Nimre: 1 Kolana Adarê ya li Taxa Kişlayê

Li Artûklû û Rişmilê: Eywana Civînê ya Yay Grand Otelê ya li ser Rêya Amedê

Dêrîk: Eywana Sporê ya Girtî ya Berdînê ya Taxa Cevîzpinar

Kerboran: Parka Azadiyê ya Cadeya Kismetlî ya li Taxa Tepebaşi

Stewrê: Taxa Tepe, Meydanbaşi, Ewêna

Şemrex: Nimre: 6, Qehwexaneya Denîz Kolana Sînemayê ya Taxa Gundogan

Mehset: Nimre: 19 Kolana 2023 Taxa Cûmhûriyetê (Avahiya DEM Partiyê)

Midyad: Eywana Civînê ya Otela Tûrabdîn Nimre: 17, Cadeya Manastir a Taxa Akçakaya

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîla Cûdî: Em ê şerê hevrê Sara mezin bikin
Nûçeya Pişt re Fermandarên dewleta Tirk ku li Zapê xitimîn, hatin Şirnexê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ceza li 16 alimên olî hat birîn

Di doza ku bi sedema xutbe û weazên bi Kurdî derbare endamên DÎAYDER'ê hat vekirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Hunermend Alî Zulfîkar wê pêşangeha ‘Reflexion’ veke

Hunermend Alî Zulfîkar di navbera 10-14’ê Cotmehê de wê li Kolnê pêşangeha li ser bandorên…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiya wê bi awayeke awarte li hev bicive

DEM Partî têkildarî biryara doza Kobanê got, “Em ê komployên we pûç bikin.” Partiyê biryar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?