Di 1’ê Nîsanê de di êrîşa li ser Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê de tevî 7 endamên muxafizên şoreşê yên Îranê 16 kes mirin. Îran û Sûriyeyê ji êrişê Îsraîl berpirsyar nîşan dan.
Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Hamaney bi wesîleya Cejna Remezanê di weşana zindî de axivî û got, “Rejîma şeytanî şaşitî kir” û diyar kir ku wê bê cezakirin.
ÎSRAÎLÊ BI FARSÎ BERSIV DA
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz bi zimanê Farsî bersiv da serokdewletê Îranê û got, “Eger Îran ji xaka xwe êrîşekê bike, Îsraîl wê bersiva vê bide û êrîşî Îranê bike.”