Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê (Kurdistan a Îranê) îro civîna xwe li dar xist.
Di civînê de rewşa siyasî ya li Îran û Kurdistanê, encamên şer, pêvajoya guhertinê û geşedanên siyasî hatin nirxandin û li ser çend erkên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê biryar hatin dayîn.
Her wisa di civînê de mijarên destûra navxweyî ya Hevpeymaniyê, pejirandina logoya Hevpeymaniyê, xalên bingehîn ji bo birêvebirina karûbarên meydanî yên Hevpeymaniyê di qonaxa veguhêz de, dîplomasî û çawaniya xuya kirina Hevpeymaniyê li derveyî welat hatin nîqaşkirin. Biryar li ser logoya Hevpeymaniyê hate dayîn.

