Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) daxuyaniyek weşand û got: “Milîsên me 11’ê Gulanê derdora saet 19:00’an de li navçeya Nisêbînê li dijî midûriyeta emniyetê ya polîsên êşkencekar ku li Kolana Cumhuriyetê ye, bi teqemeniyên destçêkirî çalakî kirin.”
MAK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku çalakî ji bo bersivdayîna tecrîd û sîstema qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistanê hatiye kirin.