Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) daxuyaniyek nivîskî da û got: “4’ê Tebaxê di derdora saet 23.00’an de milîsên me li Geverê li hemberî qereqola polîsan a 75. Yil a li taxa Kişla ya Geverê çalakî lidar xistin. Milîsên me bi bombeyan û çekên ferdî bi rengekî bi bandor li avahiya qereqolê û nîzamiyeyê xistin.”
MAK’ê ev tişt jî got: “Di encama bombeyan de û gulebaranên bi îsabet de, avahî û nîzamiyeyê derbe xwar û herî kêm 2 dagirker birîndar bûn. Piştî çalakiyê ambûlans hate qadê û dagirkerên birîndar rakir nexweşxaneyê.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku milîs ji qadê vekişiyane û dagirkeran demek dirêj li taxê dewriye gerandine û zext li gel kirine.
MAK’ê diyar kir ku ew bi vê çalakiya xwe pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî silav dikin û got: “Roj roja dîtina Rêber Apo û Kurdistana azad e. Werin em hemû bi hev re di vî şerê rûmetê de cih bigirin û xiyanet û mêtingeriyê ji Kurdistanê biavêjin.”