Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) di daxuyaniya dayî de wiha got: “Milîsên me 13’ê Adarê di saet 21.30’an de li Taxa Dîcle ya Silopiyayê bi bombeyên dest mudaxeleyî çeteyên dewleta Tirk a dagirker kirin. Çeteyan gelê me nerehet dikirin. Dijmin li hemberî çalakiyê matmayî ma û neçar ma ku bireve.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Em dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê hişyar dikin; mîna li çiyayên Kurdistanê hûn ê li kolanên wê jî bi rehetî negerin. Hûn li her deverê di hedefa milîsên me de ne. Em ê tola dayik Taybetan hilînin û em ê yek bi yek hesabê her sûcê ku we li dijî gelê me pêk aniye, bipirsin.”
MAK’ê got: “Em cejna vejînê Newrozê silav dikin û bang li hemû ciwan, jinên ciwan û gelê xwe dikin ku tevlî nava refên Milîsên Azadiya Kurdistanê bibin.”