Di demên dawî de li Girtîgeha Boluyê zextên li ser girtiyan zêde bûne. Li vir berdana girtiyên siyasî bi ferzkirina poşmaniyê tê astengkirin û ji aliyê gardiyanan ve zext li girtiyan tê kirin.
Malbata Turkan ku bi eslê xwe ji navçeya Hezo ya Êlihê ye, li nêzî gundê cerdevanan a bi navê Hemîdîler tûtinê çandine û pezên xwe çêrandine. Ji ber ku li dijî ferzkirina cerdevaniyê derketine, bi zextan re rû bi rû man. Zextên dewletê piştî demekê bi şewitandina gundê wan bi dawî bûye û malbat pêşî koçî Êlihê kiriye, paşê jî çûne Stenbolê.
Marûf Turkan ê ku li gundê Ridvanê yê navçeya Qubînê ya Êlihê, di 11’ê Çileya 1994’an de ligel birayê xwe Mahfuz Turkan hatibû binçavkirin, li Qereqola Erenzê rastî êşkenceyê hatibû. Piştî binçavkirina bi êşkence, derxistin Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê û hatin girtin. Paşê jî şandin Girtîgeha Tipê E ya Amedê. Turkan du mehan ji aliyê hevalên xwe yên qawişê ve hat dermankirin, paşê bi rêzê ve sirgûnî girtîgehên Erzirom û Kandirayê hat kirin.
Girtîyê siyasî Marûf Turkan niha li Girtîgeha Boluyê tê ragirtin û di van demên dawî de berdana wî careke din hat taloqkirin. Birayê Marûf Turkan, Metîn Turkan li ser zextên ku jiyane û muameleya ku li birayê wî hatiye kirin ji ANF’ê re vegot.
Metîn Turkan diyar kir ku birayê wî Marûf û birayê wî yê din di sala 1993’an de hatine girtin û demeke dirêj di binçavan de rastî êşkenceyê hatine. Turkan got ku birayê wî Mahfuz Turkan piştî demekê hatiye berdan, lê Marûf Turkan zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye û wiha axivî: “Di meha dawî ya sala 1993’an de herdu birayên min bi hev re hatin girtin û demeke dirêj di binçavanê de êşkence dîtin. Wê demê ez çûbûm leşkeriyê. Cerdevanî û sîxurtî li ser min ferz kirin. Min jî got, ‘Ma ez rojnameya Batmanê me, her kesê tê û diçe ji we re bibêjim?’ Min red kir. Min avêtin derve û gazî bavê min kirin.
Li ber çavê bavê min li min xistin û gundê me şewitandin. Em çûn Êlihê û du salan li wir man; lê li wir jî pêk nehat, em jî hatin Stenbolê.”
Turkan got ku piştî hatina wan a Stenbolê, ji bo birayê wan ê girtî were Stenbolê gelek hewl dana wan çêbû, lê nehat qebûlkirin. Turkan wiha berdewam kir: “Wê demê birayê min li Erziromê bû. Me pere şand û got, ‘Were aliyê Stenbolê.’ Ew hat Girtîgeha Kandirayê, paşê jî çû Girtîgeha Boluyê. Bi çûyîna xwe re 87 rojan di greva birçîbûnê de ma. Şeş mehan em nikarîbûn biçin hevdîtinê. Piştî şeş mehan em çûn, çerm û hestî mabû. Xwedê şikir, em poşman nînin; ew jî ne poşman e.”
‘POŞMANÎ TÊ FERZKIRIN LÊ EM NE POŞMAN IN’
Turkan anî ziman ku dewlet di vê pêvajoya nû de jî poşmaniyê li girtiyan ferz dike û got ku ew ne poşman in. Turkan wiha axivî: “Niha dibêjin ‘em aştiyê dixwazin’ lê hê jî poşmanî ferz dikin. Berî niha em çûn girtîgehê, min jî got, ‘Poşmanî nesepînin. Heta niha kes poşman nebûye; malbata wî jî poşman nîne, bi xwe jî poşman nîne.’
Niha ti komîsyona aştiyê ava dikî. Çima ava dikî? Her tişt di navbera herdu lêvên te de ye. Hinek tiştan bide; mînak, perwerdeya bi zimanê zikmakî. Gavê bavêje. Ew jixwe gav avêtine, li benda gava te ne. Tu dibêjî, ‘Ez ê bi malbatên şehîdan re hevdîtinê bikim.’ Yên te malbatên şehîdan e, ma em ne wisa ne? Kes bê sedem nehat vir. Girtî poşman nînin, birayê min jî poşman nîne. Wan dadgeh qebûl nekir, gotin, ‘Hûn nikarin min dadgeh bikin’.”