Ji bo dîtina Rêber Apo yê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serlêdan hate kirin. Mehmet Ocalan birayê Rêber Apo û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Her wiha Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Mafê hevdîtinê yê Rêber Apo û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê yê bi malbatên xwe re bi îdîaya “cezayên dîsîplînê” tê astengkirin.