Malbata Şehîd Ehmed Hêmin ku ciwanek ji Kerkûkê bû berê xwe dabû seferberiya Rojava û li wir şehîd bûbû, ji Rojnewsê re axivîn.
Mamê Şehîd Ehmed Hêmin Cemal Hedad destnîşan kir ku di serî de malbata wî ya li Kerkûkê û hemû Kurdistan bi wî serbilinde û got: “Şehîd Ehmed ne tinê zarokê me ye, ew zarokê Kurdistanê ye. Rojane li Kurdistan û bi taybet li Rojava şehîd didîn. Divê ciwanên me erka xwe bi cih bînin. Biçin Rojavayê Kurdistanê û parastina xak û welatê xwe bikin.”
Mamê Şehîd Cemal Hedad anî ziman ku sê birayê şehîd Ehmed hene û berê karê hedadî dikir.
Cemal Hedad bang li hemû Kurdistaniyan kir û got: “Êdî dema partiyan nemaye, Kurdbûn maye. Ji bo parastina Kurdistanê çi ji destê kê tê bila texsîr neke û erkê xwe bicih bîne.”
Pismamê Şehîd Ehmed Hêmin Soran Abdulxaliq jî axivî û destnîşan kir ku ew pir bi şehîdê xwe serbilinde û got: “Ji ber ku ew ji bo parastina Kurd û Kurdistanê canê xwe bexşand. Peyama wî ew bû ku divê hemû Kurd ji bo parastina gelê xwe û xaka xwe bibin yek.”
Şehîd Ehmed Hêmin li ser seferberiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kerkûkê berê xwe da Rojava û di berxwedana Rojava de 27’ê Çileya 2026’an li Hesekê şehîd bû.

