Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
Rojane

Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e

Malbatên Nobeta Edaletê didomînin diyar kirin ku armanca wan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

 

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 34 meh in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin tu agahî nayê girtin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên siyasî yên li girtîgehan, di çarçoveya kampanyaya bi şîara “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd” li qada navneteweyî hatiye destpêkirin, di roja 44’an de ye.
Çalakiyên “Nobeta Edaletê” ya ji bo piştgiriyê bidin kampanyaya ji aliyê malbatên girtiyan ve li Wan, Amed, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Mêrdînê hatine destpêkirin dewam dikin.
MÊRSÎN
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 37 roj in didome. Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Perîhan Koca û şandeya pê re îro hatin serdana çalakvanan. 
Piştî axaftina têkildarî çalakiyê, Parlamenter Saliha Aydenîz silavên çalakvanên di Nobeta Edaletê ya Mêrdînê li çalakvanan kir. Akdenîz, got ku armanca esasî ya çalakiyên nobetê bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aştî û demokrasî ye. 
Aydenîz, wiha domand: “Kengî Abdullah Ocalan biaxive, aştî û demokrasî ketiye meriyetê. Dema pê re hevdîtin tên kirin, li welêt yekitî pêş dikeve. Pêvajoya di navbera 2013 û 2015’an de jî mînaka vê ye. Abdullah Ocalan ne tenê daxwazên gelê kurd, daxwazên hemû gelan tîne ziman. Perspektîfeke ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên welêt pêşkeş dike. Em bi Mutabaqata Dolmabahçeyê dizanin. Em dizanin ku modêla Rojava ku Abdullah Ocalan pêş xistiye, îro ji hêla hemû cîhanê v e tê şopandin. Lewma jî divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û dengê wê were bihîstin. Divê ne tenê tecrîd bê şikandin, divê ji hêla fîzîkî ve jî azad bibe.” 
Aydenîz, çalakiyên grevên birçîbûnê yên di demên berê de girtiyan ji bo Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Divê li daxwazên girtiyan guhdar bin. Nexwe dibe ku ev çalakî veguhere çalakiya greva birçîbûnê ya nedorveger û domdar. Ji bo pêşîlêgirtina vê jî divê li dengê girtiyan bê guhdarîkirin û nerazîbûn mezin bibin.”
Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Emîne Eren jî got ku heta encamekî bi dest dixin dê çalakiya xwe bidomînin. Piştî axaftinan jî çalakvan û ziyaretvanan bi hev re stran gotin. 
EDENE 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 37’emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li Nobeta Edaletê bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hate kirin. Nobet bi stranan berdewam kir.  
WAN 
Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 36’an de didome. Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, bernamzetên hevşaredariyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên MEBYA-DER’ê û Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes hatin serdana nobetê. 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar di çalakiyê de axivî û wiha got: “Divê polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibin. Zêdetirî 3 sal in nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Birêz Abdullah Ocalan, weke Rêberê Gelê Kurd tê qebûlkirin. Divê tavilê bikare hevdîtinan bike û ev polîtîkayên şerê qirêjî jî bi dawî bibin.” 
Di berdewamê de Dîndar diyar kir ku ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û wiha bi dawî kir: “Dayikên me bi sala ye têdikoşin. Tekane rêya aştiyê ji şikandina tecrîda li Îmraliyê re derbas dibe.” 
Di tevahiya nobetê de çalakvanan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
STENBOL 
Nobeta Edaletê ya ji aliyê malbatên girtiyan ve li Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 28’emîn de berdewam dike. Platforma Dengê Girtiyan û Nemiran (OTSP) serdana nobeta li avahiya DEM Partiyê ya li Esenlerê tê meşandin kir. 
Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr û malbatên girtiyan têkildarî naverok û girîngiya naveroka nobetê endamên OTSP’ê agahdar kirin. Demîr, diyar kir ku nobeta dest pê kirine wateyeke wê ya dîrokî heye û wiha got: “Ji bo ji birêz Abdullah Ocalan agahî bê wergirtin di demên borî jî hem ji girtîgehan hem jî li derve heman çalakî me meşandin. Di encama çalakiyên ku me gelek hevrêyên xwe windakirin de hevdîtinên bi sînor pêk hatin. Ji ber wê yekê êdî daxwaza me ne hevdîtineke, bi temamî azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Heta ku ev daxwaza me were bi cih anîn dê çalakiya me bidome.”
Malbatên girtiyan ên piştî Demîrê axivîn, bal kişandin ser tecîda giran a li ser Ocalan tê meşandin û bandora wê û destnîşan kir ku heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were dê çalakiya nobetê berdewam bike. 
Endamên OTSP’ê jî dan zanîn ku dê bi nobetê re di nava piştevaniyê de bin. 
Malbatên girtiyan piştî serdanê bi armanca êrişên polîsan ên li dijî wan ku di dema çalakiyên lidarxistine de pêk hatibûn teşhîr bikin skecek lidarxistin. Piştî skeca hate kirin çalakiya nobetê bi xwendina pirtûkan berdewam kir. 
AMED
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê di pêşengtiya TUAY-DER’ê de li avahiya DEM Partyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 37’an de berdewam kir. Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û li eywana çalakî lê tê domandin cihê xwe girtin. 
Çalakvanan, bal kişandin çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin û bang kirin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat ê di çalakiya nobetê de axivî, anî ziman ku dixwazin bibin dengê girtiyan. Canpolat, bi lêv kir ku heta ku dengê girtiyan were bihîstin dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Divê civak zêdetir hêze bide nobetan. Armanca me û girtiyan bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye. Em dixwazin gotinên Abdullah Ocalan li cîhanê belav bibin.”
Nobet, bi stranên hatin gotin û serdana welatiyan berdewam kir.   
MÊRDÎN 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê hatiye destpêkirin jî di roja 3’yemîn de berdewam kir. Di Nobeta Edaletê ya gelek kesan û rêxistinên sivîl ên civakî ji bo piştgiriyê serdana wan kirin dayikan stran gotin û helbest xwendin. Dayikên ku Nobeta Edaletê bi çepik û tilîliyan domandin, xwestin ku daxwazên wan demildest bên pêşwazîkirin. 
Yek ji Dayika Aştiyê Xezalê Ozer a di Nobeta Edaletê de da zanîn ku hevjînê wê hatiye girtin û lawekî wê zêdetirî 20 salan e di nav rêfên PKK’ê de ye û wiha got: “Em îro jî xebatên xwe û berxwedana xwe didomînin. Heta ku em sax bin dê xebatên me berdewam bikin. Em dixwazin zarokên me û Serokatiya me were berdan. Heta ku tecrîd neyê rakirin em ê di çalakiyê de bin. Em dixwazin Serokê me ji zindanê derkeve.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KONGRA-GEL: Divê gel û dostên me mîna lehiyekê biherikin Kolnê
Nûçeya Pişt re Mexmûrî: Ya ku PDK’ê li me kir, dijmin jî nekir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome

Dayika Aştiye Fînce Akman, rêxistina jinan a DEM Partiyê ya Sakaryayê û rêxistina EMEP ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silêmanî Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo Newroza Qendîlê banga tevlîbûnê kir

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo Newroza Qendîlê banga tevlîbûnê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî em ê dawî li tundiyê bînin’

Jinên Kantona Cizîrê li dijî tundiya li ser jin daketin qadan û nerazîbûnên xwe nîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?