Bi sedan kes ji malbatên şehîd û êsîrên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Dêr Hafir, Reqa û Tebqayê li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê li hev kom bûn û daxwaza zarokên xwe kirin.
Girseya gel ber bi Navenda Neteweyên Yekbûyî ve meşiya û xwepêşandanek lidar xist.
Ji beşdarên xwepêşandanê Xedîca Mihemed ji ANF’ê re axivî û got, “Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku alîkariya zarokê me bikin û zarokê me radestî me bikin. Ev meha rojiyê ye û cejn tê. Divê zarokê me derkevin. Girtiyên wan tên berdan û li Kobanê ev pêk hat. Çima zarokên me heta niha nehatine berdan?”
Leyla Omar Silêman got, “Em îro derketine û liv kom bûne ji bo êsîrên me ên ku heta niha di destê çeteyan de. Divê ev esîr werin berdan û ji bo malbatên wan werin şandin. Divê hemû rêxistinên navneteweyî xwedî li van esîran derkevin. Eger zarokên me şehîd bin bila bidin me û eger esîr bin bila dîsa bidin me. Em zarokê xwe dixwazin.”
Ayşe Remedan jî diyar kir ev mehek û çend roj e zarokên wan ne xuya ne û got, “Em dixwazin zarokê me werin. Divê her kes dengê me bibhîse û zarokên me ji me re bînin.”
Edle Şêxo jî got, “Em zarok û şervanên xwe dixwazin, eger şehîd in an jî birîndar in an jî esîr in em wan dixwazin. Malbatên van esîran dilê wan dişewite, divê hemû zarokên wan vegerin cem malbatan.”

