Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê bi boneya meha 154’an a komkujiyê li ser Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Roboskî êdî tu caran” hate hilgirtin.
Ji endamên hewldanê Tanju Gunduzalp bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Divê rêveber dev ji siyaseta xwe ya bombebarankirina sivîlên li derveyî sînor berdin û deriyên aştiyê heta dawiyê vekin. Ne şer lê siyaseta aştiyê dikare keyfa milet bîne.”
Gunduzalp, anî ziman ku Roboskê jî di nav de heta ji bo hemû komkujiyan edalet pêk neyê dê aştî û edalet neyê welêt. Gunduzalp, axaftina xwe wiha qedand: “Komkujiya Roboskê jî di nav de em ê heta dawiyê mafê xwe yê îtîrazê li dijî hemû komkujî, şer û tundiyan bi kar bînin. Sedema tiştên niha em dijîn, polîtîkaya necezakirinê, şer û nebûna edaletê ya dewletê ye. Em, aliyê lêgerîna edaletê, pêkvejiyanê û jiyaneke aştiyane digirin. Me ji bîr nekir, dê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”