Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Erdheja 6’ê Sibatê: KJK’ê bang li gelan kir ku hilweşînê veguherînin ji nû ve avakirinê
Jin

Erdheja 6’ê Sibatê: KJK’ê bang li gelan kir ku hilweşînê veguherînin ji nû ve avakirinê

KJK’ê bi wesîleya salvegera 1’emîn a erdheja 6’ê Sibatê daxuyanî da û ji bo qurbaniyan ji hemû gelan re sersaxî xwest. KJK’ê got: “Em bang li gelên Kurd, Tirk û Ereb dikin ku hilweşîna ji ber erdhejê veguherînin ji nû ve avakirinê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek nivîskî da. KJK’ê bal kişand ser karesata polîtîkayên talan û wêranê û xwest ku ti kes car din nekeve malên mirinê TOKÎ’yan ku desthilathilatdariyê ev TOKÎ veguherand amûra hilbijartinê. 

JI HEMÛ GELAN RE SERSAXÎ HAT XWESTIN

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî: “Di salvegera yekemîn a erdheja 6’ê Sibata 2023’yan de ku navenda wê Mereş bû, em hemû mirovên xwe yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin, ji xizmên wan û hemû gelan re sersaxiyê dixwazin.

Mereş, Semsûr, Meletî, Dîlok, Amed, Hatay, bajarên Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê malûvanî ji şaristaniyên bi hezaran salan re kirine; bûne erdnîgariyeke ku Kurd, Ereb, Tirk, Ermenî, Misilman, Elewî, Xirîstiyan û her kes di nava xwe de hewandiye. Di her demê de di avakirina şaristaniya demokratîk de bûye pêşeng. Ji ber vê pêşengiyê jî rû bi rûyê êrîşên hemû dewletên desthilatdar maye. Dewleta Tirk a faşîst hem bi polîtîkayên rant û talanê pêşî li gelek karesatan vekiriye, hem erdhej weke firsend dît û ji mirina gel re bû temaşevan, hem jî polîtîkayên talanê ji nû ve xist meriyetê.

ZAROKÊN KU JI TERÎQETAN RE HATINE PÊŞKÊŞKIRIN

Hejmarên ku bi daxuyaniyên fermî yên derbarê qurbaniyên erdhejê de hatine dayîn, ji rastiyê pir dûr in. Tevî ku bi hezaran malbatan ji bo zarokên ji bin kavilan rizgar bûne lê winda bûne îlana windahiyê dan, dewleta faşîst vê yekê red dike. Ji ber ku ji zarokê di landikê de heta zarokê Kurd ê Elewî yê 5 salî, bi hezaran zarok ji terîqetan re hatin pêşkêşkirin. Weke sîstemeke kevneşopiya Osmaniyan; zarokên li xakên hatine fetihkirin ji malbatên wan tên qutkirin, piştre tên perwerdekirin û ji bo xizmeta dewletê bi kar tînin. Ev yek li ser zarokên gelên qedîm ên ji herêma erdhejê hatine rizgarkirin, hate pêkanîn.

MALÊN MIRINÊ: TOKÎ

Erdheja ku çêbûyî nîşan da ku sedemê ev qas mirinên di erdhejê de, ne bûyera xwezayî ye. Sedemê wê polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP’ê ya rant û talanê ye. Bi îhaleyên ku ji alîgirên xwe re pêşkêş kiriye, endezyartiya proje û avahiyên ku mirovên me qetil dikin kiriye. Bi hezaran mirovên me piştî erdhejê, bi rojan di bin kavilan de li benda rizgarkirinê jiyana xwe ji dest dan. Di nava atmosfereke bi vî rengî de jî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ji alîgirên xwe re alîkarî belav kir, piranî ji gelê me jî terkî mirinê kir. Konên Heyva Sor firot gelê me ku bi salan baca erdhejê dida. Hetta xwîn jî firot û deriyê ranta nû vekir. Dewleta Tirk bi erdheja 6’ê Sibatê re di bin kavilan de ma, bi hemû saziyên xwe rûyê xwe yê faşîst nîşan da. Dijminahiya AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdên Elewî bi erdhejê re gihiştiye lûtkeyê.

Piştî erdhejê jî polîtîkaya rantê dewam kiriye. Bi zorê xaka gelê me yê Ereb ku gelê qedîm ê Hatayê ye, jê hate standin. Avahiyên TOKÎ’yan ên bi serê mirovên me de hilweşiyan, ji bo bikin malzemeya hilbijartinên herêmî car din hatin avakirin. Dayikek ku di erdhejê de xizmên xwe winda kiribûn, ji bo avahiyên hilweşiyan wiha gotibû, ‘me bi destê xwe darbesta xwe kiriye’. Divê gelê me guh bide dengê vê dayikê û car din nekeve malên TOKÎ’yan ku weke propagandaya hilbijartinê tên çêkirin.

HEVKARIYA JINAN 

Her çend hemû beşên civakê ji erdhejê bandor bûn jî, erdhejê bandorê girantir li jin û zarokan kir. Jin li gel  trajediyên di kêliya erdhejê de jî piştî erdhejê jî bi pirsgirêkên tenduristî, paqijî, hêwirîn û xwarinê re rû bi rû man û gelek jinên ducanî di nava şert û mercên zivistanê yên nebaş de li kolanan di nava xirabeyan de zarokên xwe anîn dinyayê. Travmaya ku li cem civakê peyda bûyî di konan de jî be weke tundiya li hemberî jinan xwe nîşan daye û malbatên ku ji aliyê aboriyê rewşa wan nebaş, berê xwe dane kevneşopiyên paşverû yên weke zewicandina zarokên keç. Ev hemû me mafdar dikin ku em li dijî desthilatdarî û kevneşopiyên faşîst ên serdest ên mêr li ber xwe bidin.

Tevî van hemûyan jî li herêma erdhejê konên hevkariyê yên jinan û kamyonên alîkariyê, bi kampanyaya li her malekê teşteke nanî û nanê ku ji Silopiyayê şandin Semsûrê, kolektîfên jinên xwendekar ên dilxwaz ku dibistanên xwe terikandine û hewl dan, alîkariya jinan bikin û bibin sedema bişirîna li ser rûyê zarokan, bûn dîmenên herî watedar. Bi hevkariyê jin li hemberî dewleta serdest a mêr a faşîst li ber xwe didin. Hevkariya civakî dubare li pêşiya hemû cîhanê îspat kir ku dijderketina dewletê tê wateya jiyana rastîn.

BANGA AVAKIRINA JIYANÊ

Erdheja 6’ê Sibatê birînên mezin li gel gelê me peyda kir û bû sedema hêrseke mezin. Erdheja 6’ê Sibatê ji bo me şîn e, ji netewebûna demokratîk a dêrîn re rojeke şînê ye. Êşa me mezin e, lê belê hewce ye em êşa xwe bi rêxistinbûn û hevkariyê watedar bikin. Em weke KJK’ê bang li hemû sazî û rêxistinên sivîl, komele û sendîkayan, partiyên siyasî, jin, ciwan, şoreşger, mirovên demokrat û sosyalîst û hemû gelên Kurd, Tirk û Ereb dikin ku felaketa erdheja 6’ê Sibatê veguherînin avakirinê.

Em bang li hemû jinan dikin, bêyî ku kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane werin jibîrkirin, bêyî alîkariya dewletê em hêrsa xwe bikin sedema avakirina jiyaneke rêxistinkirî, demokratîk û azad. Em bang dikin ku bi sîstema me ya demokrasî, ekolojî û azadiya jinan, li dijî polîtîkayên kujer ên dewletê jiyan bê avakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cîhana ku jinên YPJ’yî pêşkêş dikin
Nûçeya Pişt re HRE: Leşkerek û çeteyekî dewleta Tirk hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Heyeta Îmraliyê bi Serokê Meclîsê re hevdîtin kir: Xwedîderketina parlamentê li pêvajoyê girîng e

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê destnîşan kir ku rêveçûna pêvajoya aştiyê li ser zemîna meclîsê…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Hevrêyên me Brûsk û Diyar şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku du şervanên wan li herêma Pira…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê ji bo jinan her roj mîna 8’ê Adarê were dîtin’

Gerîlayên YJA Starê Nûjiyan Çiya û Delîla Argeş, diyar kirin ku rêxistinbûn ji bo jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Serbest hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?