Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welatiyên Amedê: Em xwedî li şehîdên xwe û têkoşîna wan derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersîn, Edene, Riha û Dîlokê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa ISIG’ê: Meha Tebaxê herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê ji bo şehîdan bernameya bîranînê ya 3 rojî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Em bi Kurdî biaxivin, bifikirin û bijîn’
Kurdistan

‘Em bi Kurdî biaxivin, bifikirin û bijîn’

Platforma Zimanê Kurdî diyar kir ku sala nû ya perwerde û hîndekariyê ji bo zarokên Kurd dema asîmîlasyonê ye û got, "Divê her kes bi Kurdî biaxive, binivîsîne, bifikire û bijî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Platforma Zimanê Kurdî têkildarî serdema perwerdehiyê ya 2024-2025’an li Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrrojhilat daxuyanî da. Rêveberên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Daxuyanî ji hêla Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Di 9 ê meha îlonê de serdema perwerdehiyê ya salên 2024-2025’an li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dest pê dike. Ji bona zarokên kurdan ev rojekê him dilşabûnê ye û him jî rojeke xemginiyê ye. Ji ber ku vê salê jî wê zarokên kurdan li bakurê Kurdistanê bi Zimanê Kurdî perwerde nebin. Wê zarokên me dîsa bi pêvajokî dijwar ya asîmîlasyonê ve rûberû bibin. Ev jî bi rastî zulm e, zor e, bûyereke nemirovî ye û di tu ol û bahweriyan de jî nayê qebûlkirin. Ev helwest hanê ne li gorî maf û dêrûniya zarokan e û ne jî li gorî rastiyên pedagojîk in.

Ev zêdeyî sed saliye ku zarokên kurdan mafê perwerdehiyê bi Zimanê Kurdî bi dest nexistine. Siyaseta fermî li Tirkiyeyê hergav astengan derdixîne pêşberî mafê perwerdehiyê bi Zimanê Kurdî, Mahna bi dûv mahnan de formûle dikin û gotinên pûç û vala pêşkêşî kurdan dikin. Eşkereye ku di dibistanan de zimanê tirkî li ser zarokên kurdan bi rêbazên parzûnandî tên ferzkirin. Lê vê rastiyê kerr jî dibihîzin û kor jî dibînin. Reformên biçûk ku heta niha di warê ziman de hebûn jî bi hicetên vala tên astengkirin. Siyaseta fermî di pirsa zimanê kurdî de eşkereye ku durûtiyê dike. Di vê mijarê de hergav ji hela dewletê ve dudilîbûn derketiyê holê.

Komara Tirkiyê di pirsa mafê zimanê kurdî de heta niha tu gavên mayînde û bingehîn ne avêtine, ew tenê roja xwe derbas dikin û di pirsa zimanê kurdî de jî quretiyên vala dikin. Ji xwe di van rojên dawî de êrişeke li derveyî aqil û pîvanan li ser çand, ziman û nasnameya kurdan dest pê kiriye. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha jî -ku ev zêdeyî sed sal in di serê derbasbûye- yek avaniyeke jî ji bona ku xizmeta zimanê kurdî bike nehatiyê sazkirin. Dewleta Tirkiyeyê zimanê kurdî heta niha tune hesibandiye. Saziyên ku xebata zimanê kurdî dikirin jî, deriyên wan hatine morkirin. Bi sedan komele û saziyên ziman hatin qedexekirin. Ev helwesta hanê bi nirxên demokrasiyê, hiqûqê û wekheviyê re tucaran li hevdû nakin.

Ji bona ku astengî û qedexeyên li pêşberî mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî ji holê rabin, PZK daxwaz dike;

* Bila di Qanûna Bingehîn de bi zelalî mafê perwerdehiyê bi zimanê kurdî were pejirandin.

* Bila Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Zarokan bi hemû xalên xwe ve were sêpandin.

* Bila bi rêbazên fermî Saziya Zimanê Kurdî were damezrandin.

Platforma Zimanê Kurdî ku ji neh partiyên siyasî pêk te, bi yek dengî dibêje; divê înkar û asîmîlasyona li beramberî nasnameya kurdan bi dawî bibe. Gelekî zelale ku mafê zimanê kurdî mifteya azadî û wekheviya gelê kurd e. PZK dibêje; Mafê zimanê kurdî xeta me ya sor e! Di heman demê de zimanê kurdî nîşaneya hebûn û statûya gelê kurd e jî. Heta ku daxwazên gelê kurd ji pêşdibistanan heta zanîngehan pêk neyên û zimanê kurdî nebe ‘Zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê’, wê têkoşîna gelê kurd ji bona mafê ziman her berdewam be. Em kurd bi hevdû re bang dikin; Zimanê me rûmeta me ye! Zimanê me hebûna me ye!

Em bi bahwerî û dûristî dibêjîn, li welatê me jî divê gelê me, parlamenter, şaredar, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, bazirgan, serokên saziyên sivîl û partiyên siyasî bi kurdî biaxivin. Yan na di pirsa zimanê kurdî de bawerî pêk nayê. Heke em bi kurdî neaxivin, bi kurdî ne nivîsînin wê di pirsa ziman de amintiya navxweyî bi berfirehî ava nabe. Di pirsa ziman de bi helwesta dudilîbûnê re wê hergav dûdilîbûnî derbikeve holê. Ji ber wilo jî em ê di hemû qadên jiyanê de bi bawerî bibêjin; Bi kurdî biaxivin! Bi kurdî bixwînin! Bi kurdî binivîsînin! Bi kurdî bifikirin! Bi kurdî bijîn! Em ê bi şanazî jî bi hevdû re dubare bibêjin; Em kurd in, zimanê me kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pirtûka Gultan Kişanak hate qedexekirin!
Nûçeya Pişt re HPG: Li Xakurkê serdarek û 3 leşker hatin cezakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Peyama Rêber Apo

Rêber Apo: Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Cizîrê bîranîna kesên li jêrzemînan hatin qetilkirin

Li Cizîrê kesên ku li jêrzemînan di 7'ê Sibatê de ji aliyê dewleta Tirk ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Komên çeteyan vê carê genim didizin

Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamê vê carê ji başûrê Çilaxayê genim didizin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?