Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk hat pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Têkoşîna Riza Altun dê her dem rê nîşanî me bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava civaka Kurd de kolektîfbûna teziyeyê û piştevanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn û berxwedanê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 38 rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna hevpar a li dijî pêkanînên DYE’yê yên li ser UCM’yê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulbeyaz: Mayîndebûna aştiyê, bi hevsengiya dewletê ya bi civakê re gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin destpê kir
Jin

Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin destpê kir

Li Hesekê bi amadebûna zêdetirî 600 kesayet û endamên hêzan, bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" Konferansa 4ˊemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin destpê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Hola Serdemê ya Hesekê ya kantona Cizîrê Konferansa 4ˊemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Ji delege, endamên rêxistin û tevgerên jinan wekî Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, 600 kes amade bûn. Konferans bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” li dar dikeve. 

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî. Fozayê lidarxistina konferansê li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirin-Jin, bi taybet ên xebatên bo belavkirina ewlehiyê û pêkanîna parastina şêniyan û herêmê dikin û li tevahî jinên daxwaza azadiyê dikin pîroz kir.

Foza Yûsif diyar kir ku ji destpêka şoreşê heta roja îro jin roleke mezin di avakirina civakeke azad de dilîzin û destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi saya kedên jinan bi armanca parastina wan û civakê hat avakirin.

Di berdewama axaftina xwe de Foza Yûsif işaret bi zextên û binpêkirinên li dijî tevahî jinan û yên Sûriyeyî bi taybet kir û got: “Jin di her aliyê de rûbirûyî ambargoyê ne, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan ev ambargo şikand û gavên pratîkî ber bi rêya azadiyê ve avêtin û zihnetiya li dijî wan û dûrxistina wan red kir.”

Foza Yûsif anî ziman ku pêwîst e jin bi vîna xwe bawer bin û bi hêza xwe serbilind bin û got: “Hevalên xebitîne û hîna di vê saziyê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin) de dixebitin roleke dîrok di xurtkirina hişyariya bi wekhevî û edaletê lîstin.”

Foza Yûsif anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehî û aramî heye û rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin di pêkanîna vê ewlehiyê de silav kir û got: “Heta niha rewşa li Sûriyeyê ne aram e. Rojane rewşên qetilkirin, destdirêjiya cinsî û revandin tên tomarkirin û mafên jinan di destûrê de tune ye û nûnertiya wê di hikumeta veguhêz de lawaz e. Ev yek lawaziya hikumetê ya parastina jinan û misogeriya mafên wan nîşan dide.”

Foza Yûsif anî ziman ku digel van geşedanan de, mijara teslîmkirina çekê, heta ku destûrek tê avakirin û tê de mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê misoger dibe, sazî aktîv dibin û artêşek birêxistinkirî ava dibe, ne pêkan e.

Foza Yûsif bang kir ku divê hejmarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin zêde bibin û şiyanên wan di tevahî waran de bi pêş bikevin.

Foza Yûsif destnîşan kir ku divê parastin tevahî jinan bigire nava xwe, ne tenê jinên di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de û got: “Jina lawaz û nezan nikare parastina xwe bike. Di demekê de guhertinên ji bo dûrxistina jinan ji kar û tirsandina wan tên kirin, lidarxistina vê konferansê gaveke girîng e. Em ê li ser şopa şehîdên di oxira azadiyê de canê xwe daye de bimeşin û divê ev konferans biryarên girîng ên ji bo xurtkirina mafên jinan û azadiya wan bidin.”

Konferans bi axaftinên nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN NAVENDA NÛÇEÇYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gorî Koreya Başûr stoka ûranyûmê ya Koreya Bakur dibe ku gihîştibe 2 tonî
Nûçeya Pişt re ‘Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin ewlehiya civakî pêk tînin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PKK: Ji bo hesabpirsîna komkujiya Parîsê em tevlî meş û mîtîngan bibin

Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên komkujiya Parîsê bi hurmet û minet bi bîr anî û…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê peyam weşand

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameya 16 şehîdan eşkere kir

QSD'ê nasnameya 16 şervanên ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?