Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 4’ê Nîsanê 77’emîn salvegera Rojbûna Rêber Apo de, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê ji bo zarokên şehîdan û malbatên wan li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku bi wêneyên Rêber Apo hatibû xemilandin şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de endamên saziyên sivîl, malbatên şehîdan û zarokên wan amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê zarokên şehîdan Zehra Tahir El Xelef keça şehîd Şêx Îbrahîm şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) axivî.
Zehra salvegera Rojbûna Rêber Apo li malbatên şehîdan, zarokên wan û hemû gelên herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku zarokên şehîdan soza berdewamkirina rêya fikra Rêber Apo û şehîdan heta serketinê nû dikin û daxwaz kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were bidestxistin.
Piştre amadebûyan li ber stranên şoreşgerî govend gerandin û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Di dawiya şahiya Çilaxayê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî li zarokan belav kirin.
Bi heman boneyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê jî bi amadebûna dehan malbat û zarokên şehîdan li xwaringeha Çarçêla şahiyek ji bo zarokên şehîdan li dar xist.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşen Reşîd axivî û bal kişand ser wê yekê ku 4ˊê Nîsanê rojbûna mirovahiyê ye, bi taybetî ji bo gelê Kurd, ji ber ku bi saya felsefe û ramana Rêber Abdullah Ocalan çêşa azadiyê tam kirin.
Rewşen destnîşan kir ku divê Kurdistanî li seranserî cîhanê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.
Piştî axaftinê koma Avaşîn a girêdayî navenda Dicle ya Çand û Hunerê stranên gotin.
Di dawiya şahiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî li ser zarokên şehîdan belav kirin.

