Endamê Encumena Misrê ji bo Karûbarên Derve û Dekanê berê yê Fakulteya Hunerê li Zanîngeha Damanhour a Misrê Prof. Dr. Mohamed Rifaat El Îmam bi sernavê “Mandela û Ocalan: Şeva dirêj heya berbanga azadiyê” li ser jiyana Serokê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotarek nivîsand. Prof. Dr. Mohemed di gotarê de ev bang li her kesî kir: “Em ji kampanya ku li Efrîkaya Başûr ji bo azadiya Mandela hatibû lidarxistin ders derxin. Ji lew re pêwîst e ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin. Ji bo vê pêwîste li her derê xebat bê meşandin.”
Gotara Prof. Dr. Mohamed Rifat El-Îmam wiha ye:
Bêguman di roja me ya îro de du taybetî di kesayata du lehengan de xwe daye pêş, yek ji bo azadiya gelê xwe ku ji bindestiya zaliman rizgar bike. Ya duyem jî avakirina jiyaneke azad e. Herdu şervanê azadiyê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela û Rêberê rewşenbîr Abdullah Ocalan in.
Her çend herdu Rêber di cih û dem de ji hev dûr bûn jî li ser jînenîgarî û rêwîtiya wan bifikire, dê di nexşeya wan de wekheviyek ku ji hêla xuyanî û materyalê ve hema hema yek e bibîne. Ji bo ceribandina pêbaweriya van gotinan, em li ser jiyana wan û qonaxên tekoşîna wan digirin, di vê maneyê de em di vê pêvajoyê de gelek nîqaş dikin da ku hizrên wan belavî cîhanê bikin.
Dikare bê gotin ku koka herdu rêberan, yanî Nelson Mandela û Rêberê rewşenbîr Abdullah Ocalan vedigere gundan. Mandela li gundê Mvez ê Transkeî ji dayik bûye û li wir xebatên xwe daye meşandin. Ocalan jî di heman demê de li gundê Amarayê ya Xelftiya Rihayê ji dayik bûye.
Derdora nifûsa Mandela ji piraniyên reşik ên derbider, bindest, hindikahiyên hindî û spî yên desthilatdar ên zalim pêk dihat ku tu maf ji piraniya reşik re nas nedikirin. Jîngeha mirovî ya Ocalan (Apo) ji piraniya Kurdên Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê pêk dihat, bi cureyên tirkmen, tirkên misilman, asûr, suryan û ermen ên xiristiyan.
Nifşek an du, herdu rêberan ji hev veqetandin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn 4 sal bi taybetî di 4’ê Nîsana 1949’an de Ocalan ji dayik bû.
Mandela û Ocalan perwerdeya xwe ya seretayî li derdora xwe ya gundewarî dîtin, piştre perwerdeya xwe ya amadekariyê li bajarê herî nêz ê herêmê dîtibûn, Mandela li bajarê Hîlîntab xwend û Rêber Ocalan jî li Nizîb a Dîlokê xwend.
Di destpêka ciwantiya xwe de herdu Rêber ji gund û bajarên piçûk ên bi asoyên sînordar derketin û ber bi bajarên mezin ên navendî bi tevgera civakî û siyasî ve çûn. Mandela li Johannesburgê bi cih bû û Ocalan xwendina xwe ya navîn li Enqereyê qedand.
Di heman demê de mirov dikare bibêje hem Mandela hem jî Rêber Ocalan bi ruhekî mezin ji bo nasnameya gelan ji bin destê desthilatdar û mijokan derînin li ber xwe dan û bi vî awayî tekoşîna xwe bênavber meşandin.
Struktura rewşenbîrî ya Mandela-Ocalan heta destpêka ciwantiya xwe di dema dibistana navîn de bi karaktereke olî bû. Lê dema ku Efrîkî meyla xwe ya olî ya yekem di nav dibistanên mîsyoneriya Protestan de peyda kir.
Di dibistana navîn de herdu xort bala wan li ser Marksîzmê bûn. Dema ku Mandela ji ceribandinên Marksîst ên li Emerîkaya Latîn hez dikir, Apo ji hêla fîlozof Leo Huberman ve bala xwe da edebiyata Marksîzmê, nemaze ABC ya Sosyalîzmê.
Herdu ciwanên bi navê Mandela û Ocalan di qonaxa zanîngehê de beşdarî xwendina hiqûqê bûn, lê dema ku Mandela xwendina xwe qedand û li bajarê Johannesburgê yê aloz de wek parêzer xebitî. Ocalan jî li Zanîngeha Stenbolê derbasî xwendina Zanistên Siyasî li Zanîngeha Enqereyê (payîza 1971) xwend.
PÊŞENGIYA XWEPÊŞANDANA XWENDEKARAN KIR
Di qonaxa zanîngehê de kevirê bingehîn ji bo pêkhatina têkoşînê ya manewî Mandela û Ocalan hate danîn. Li bajarê Johannesburg ê apartheîdê, şoreşgerekî reş li dijî encamên hilbijartina sendîkayên xwendekar ên neqanûnî nerazîbûn nîşan da. Di navenda qirkirina çandî ya li dijî Kurdan de bi taybetî li Zanîngeha Enqereyê, xortê qehweyî li dijî kuştina têkoşerê azadiyê Mahîr Çayan û hevalên wî (Adar 1972) pêşengiya xwepêşandanên xwendekaran kir.
PEVÇÛNA YEKEM A LI HEMBERÎ DESTHILATDARIYÊ
Di destpêka zarokatiya xwe de herdu ciwanên şoreşger li hemberî desthilatiya mêtinger têkoşîneke bêhempa dane meşandin. Li Johannesburgê Mandela ji bo pênc salan hat qedexekirin û ew ji hêla desthilatdarên spî yên faşîst ve hat xwestin.
Li Enqereyê rayedarên faşîst ên Tirk di Nîsana 1972’an de xwendekarekî zanîngehê yê bîst û sê salî girt û 7 mehan xistinê girtîgehê. Tiştê ku bi heybet e, ger Nîsana 1949’an meha jidayikbûna Ocalan bû, wê demê Nîsana 1972’an meha jidayikbûna şoreşgerî ya Apo ye.
MIROVÊN DILÊ WAN JI BO AZADIYÊ LÊ DIDE
Zextên Johannesburg û girtina Enqereyê bû sedema bilindbûna tevgera têkoşîna Mandela û Ocalan.
Li Efrîkaya Başûr Mandela pêşengiya ciwanên Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê kir ku li hemberî stratejiyên apartheîd ên hikûmeta hindikahiyên spî yên faşîst rû bi rû man.
Di heman demê de divê bê gotin ku Rêber Ocalan ji bo naskirina nasnameya gelê Kurd bi rola pêşengtiyê rabû û têkoşîn da avakirin. Careke din bawerî xiste dilê mirovên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide.
Rêberê Efrîkî û Rêberê rewşenbîrê Kurd stratejiya têkoşîna aştiyane, weke komeke îdeolojîk-polîtîk, li dijî dijberên faşîst li dar xistin. Li başûrê parzemîna Efrîkayê, Mandela mekanîzmayek bêtundî pejirand ku ji ezmûna Gandî ya li Hindistanê îlham girtiye ava kir. Bi mebesta ku bala derdorên derve bikşîne ser xeterî û karesatên polîtîkayên apartheidê. Mandela di nav girseya karkeran de propaganda kir û ji çawaniya rêveberiyê dersên girîng dan. Li navenda paytexta Tirkiyeyê Ocalan bi tevî Hakki Karer, Kemal Pîr û kesên din di berbanga nîvê salên heftê yên sedsala bîstan de manîfesto nivîsandin, Yanî rêya şoreşa Kurdistanê vekirin.
MIZGÎNIYA ŞOREŞÊ
Di heman demê de Mandela ji bo şoreşê gelek gavên girîng avêtin û ji bo gelê Efrîqeya Başûr bû nimûneyeke jiyanî. Her wiha tekoşîna Apoyî gihîşt merhela xwe ya herî bi hêz û di demek nêz de mizgîniya belavkirina şoreşê da ku tevger bibe tevgera gel. Bi taybetî li gelek herêmên bi vî awayî şoreş dane nasîn: Amed, Agirî, Dersîm,Xapût, Dîlok, Riha
TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ
Li hemberî nebûna encamên erênî yên berbiçav ên li ser qadê ji têkoşîna aştiyane, herdu rêber ji tecrubeyên têkoşîna çekdarî îlham girtin û rêxistinên şoreşgerî yên çekdarî ava kirin.
Mandela li başûrê parzemîna Efrîkayê, milê leşkerî AMCA MK damezrand, bi dirûşma Tînga xurt a têkoşînê li dijî polîtîkayên apartheidê bilind kir û li Cezayîrê ku welatê milyonek şehîdan e, perwerdeya leşkerî da.
Apo li Amedê kaniya jiyanî ya Kurdistanê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) damezirand û navenda wê ya giran bar kir Beyrûtê û li wir bi komên çekdar ên Filistînê re perwerde dîtin. Di nîvê Tebaxa 1984’an de PKK’ê li hember Enqereyê yê ku li Mereş, Meletî, Semsûr û Xarpûtê komkujî pêk anîn û rayedarên Tirk li Zindana Amedê bi awayekî eşkere rûyê xwe yê hov eşkere kir, çalakî li dar xist.
HERDU RÊBER RÊYA AZADIYÊ NÎŞAN DAN
Herdu rêber Mandela û Ocalan tûşî zindanê bûn. Ya yekem sê salan a duyem jî çaryek sedsal bû. Piştî Mandela serbest hat berdan, Efrîkaya Başûr ber bi veguherîneke demokratîk ve bir, çanda toleransê ji bo hindikayiyên spî ava kir, tolhildanê red kir û bi vî rengî bi hev re aştî û ewlehiyê pêk anî.
Rêber Apo di Zindana Îmraliyê de ji bo gelê Kurd nexşerêya azadiyê çêkir û rêya gelan ronî kir.
Ez bang li hemû pisporên mafên gelên azad dikim ku weke roja Mandela ya 18’ê Tîrmehê her sal 4’ê Nîsanê weke Roja Aştiyê ya Ocalan bê qebûlkirin.
Her wiha pêwîstiyekî gelek mezin heye ku em ji kampanya ku li Efrîkaya Başûr ji bo azadiya Mandela hatibû lidarxistin ders derxin. Ji lew re pêwîst e ku Azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin. Ji bo vê pêwîste li her derê xebat bê meşandin.