Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER), der barê 14 kesên di 17’ê Sibatê de li Stenbol û Balikesîrê hatin binçavkirin ku di nav wan de endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ) jî hene, daxuyanî da.
Gelek kes beşdarî daxuyaniya li avahiya MATÛHAY-DER’ê ya li Aksarayê bûn.
Hevseroka MATÛHAY-DER’ê Nûrten Karagoz, di daxuyaniyê de diyar kir ku binçavkirin hewildaneke li dijî ‘perspektîfa çareseriya demokratîk’ a Rêber Apo ye.
Nûrten Karagoz, anî ziman ku rayedarên dewletê ji ewlehiya kesên hatine binçavkirin berpirsyar in û got ku ev hewildan dikare zirarê bide armancên aştî û civaka demokratîk.
Nûrten Karagoz got, “Em bi israr dibêjin ku ev êrîş, êrîşeke li ser pêvajoyê, li ser perspektîfa çareseriya demokratîk a Rêbertiyê û li ser aştiya li Tirkiyeyê ye. Em bang li dewletê dikin ku bi berpirsiyarî tevbigere û pêşî li vê êrîşê bigirin.
Piştî daxuyaniyê Hevserokê MATÛHAYDER’ê Zekî Kiliç, jî bilêv kir ger tiştek bê serê hevrêyên wan berpirs dewlet e û xwest hevalên wan demildest bên berdan.

