Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî derbarê êrîşên HTŞ û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevdîtina ku li Şamê pêk were, daxuyanî da.
Mazlûm Abdî wiha got, “Ji 6’ê Çileyê ve di nava şer de ne. Ev şer li me hat ferzkirin. Gelek şehîd û birîndarên me hene. Em şehîdên xwe bi bîr tînin. Beriya ku sibê biçim Şamê, min xwest daxuyanî bidim gelê me. Ji beriya her tiştî ev şer li me hat ferzkirin. Ji bo ku ev şer mezin nebe û nebe şerê navxweyî, me biryar girt ku ji Reqa û Dêrazorê vekişin. Em ê heta dawî destkeftiyên xwe biparêzin. Ev berxwedanek e, di wê baweriyê de me ku çawa me di 14 salên borî de bi ser ket, em ê ji niha şûnde jî bi ser bikevin.”
Abdî got, “Piştî em ji Şamê vegerin em ê derbarê naveroka peymanê de daxuyanî bidin.”

