Beriya şahiyên ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’, ji bo yek ji kadroyên pêşeng ê tevgera azadiya Kurd Mazlûm Dogan û birayê wî Delîl Dogan merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn li gundê Goman ê navçeya Mazgirt a Dersimê li ser gorên wan hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan axivî û diyar kir ku çalakiya Mazlûm Dogan a li Girtîgeha Amedê di dîroka berxwedanê ya gelê Kurd de xala werçerxê ye.
Omer Ocalan anî ziman ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de berdêlên mezin dane û destnîşan kir ku Newroz girêdayî kevneşopiya berxwedan û têkoşînê ye.
Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû jî got, li Girtîgeha Amedê di wê demê de li dijî polîtîkaya înkarê berxwedaneke girîng hate raberkirin.
Piştî axaftinan beşdarên merasîmê qurnefîl danîn ser goran.

