În, 4 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji komedyen Denîz Goktaş re 11 sal ceza hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdeyî 100 aktîvîstan bang kir: Darvekirinan rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ataşehîrê şehîd tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîvê şevê de bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E’yê ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 34’emîn banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeyê di 8 mehan de 118 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşaneke jineke ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Me îro çirayek vêxist û em hêvîdar in ku hemû Kurdistanê ronî bike’
Kurdistan

‘Me îro çirayek vêxist û em hêvîdar in ku hemû Kurdistanê ronî bike’

Siyasetmedarên ku di daxuyaniya starta 'Meşa Azadiyê' ya li Wanê de axivîn, gotin, "Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin. Me îro çirayek vêxist û hêvîdarin ku ev çira tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn ronî bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir got, “Em ê tecrîdê bişikînin. Em ê azadiya Ocalan misoger bikin.” Hevserokê Giştî ya Partiya DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, destnîşan kir ku Ocalan sermuzakerevanê çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û ji bo çareseriya pirsgirêka îro li Wanê û Qersê starta ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dan. Ji bo meşa ku wê di navbera 1 û 15’ê Sibatê de pêk were li Wanê daxuyanî hat dayîn. 

Piştî metna giştî hat xwendin siyasetmedar axivîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê ev qeyran ji holê ranabe. Bakirhan da xuyakirin ku bingeha qeyrana aborî û “berdewamiya pergala riziyayî” çaresernekirina pirsgirêka Kurd e.

‘GELÊ KURD DI RÊVEBERIYÊN XWE DE MUXATABÊN XWE AVAKIRINE’

Bakirhan got, “Meseleyê Kurdan hema hema bi dîroka komarê re hemwext e. Mixabin di sedsala yekem a komarê de, her tim hewl dan Kurdan tine bikin, red bikin û biçewisînin. Hema hema 40 salên destpêkê yên Komarê bi serhildanan, çaryeka dawî ya sedsalê jî bi polîtîkayên tecrîdê re derbas bû. Niha divê em li paş xwe binêrin û bipirsin, neçareseriya pirsgirêka Kurd ji bo gelên Tirkiyeyê, karker, xizan, Kurd û tevahiya Tirkiyeyê çi dide qezenckirin?”

Di berdewamê de Bakirhan wiha got: “Ma çareserkirina pirsgirêka kurd dê zirarê bide kê? Zirara wê ji bo tu kesî nîne. Gelê kurd gelekî cuda ye û zimanê wan heye. Bi hezaran sala ye li ser vê erdnîgariyê dijî. Yek ji avakarên sereke yên komarê ne. Dema komar dihat avakirin bi can û xwîna xwe alîkarî da. Her tim qeder û paşeroja xwe bi ya gelên Tirkiyeyê re wekî hev dît. Lê qebûlnekirina cudahiyan, dê tiştekî bi Tirkiyeyê nede qezenckirin. Divê sedsala duyemîn weke sedsala yekemîn nebe. Divê pirsgirêka kurd êdî bi awayekî cidî bigirin dest û bi rêya guftûgo û muzakereyan bê çareserkirin. Dibe ku hûn pirsa dê çareseriya wê çawa be bikin. Çareserkirina wê gelek hêsan e. Gelê kurd di rêveberiyên xwe de muxatabên xwe afirandî ye. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de muxatabên gelê kurd pir zelal in. Di pêvajoya çareseriyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd îradeyeke cidî hatibû raberkirin.

Gelê kurd li her devera lê dijîn daxwaza mafên xwe dikin û dixwazin ziman û nasnameya xwe bi awayeke azad bijîn. 

‘ABDULLAH OCALAN SERMUZAKEREVAN E’

Heke hûn bixwazin vê meseleyê çareser bikin, heke hûn bixwazin ji şer û tundiya li Rojhilata Navîn xwe xelas bikin, vaye werin em çareserkirina pirsgirêkê hêsan bikin. Em amade ne ku di vê mijarê de tişta ji destê me tê bikin. Îradeya ku birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de raber kiribû, îradeya rast e. Me duh piştgirî da wî û îro jî didin. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk,  wekhev û adilane ku kurd û elewî jî xwedî heman mafan bin, rayedar û rêveberên dewletê vedixwînin ser maseyê û muzakereyan. Di vê mijarê de birêz Ocalan sermuzakerevanê kurdan e. Gelek caran ev rastî hate vegotin. Ev meş di heman demê de firsendeke. Pirsgirêka kurd êdî veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî lê pirsgirêk li Tirkiyeyê ye. Dikare li Amed û Enqereyê bê çareserkirin. 

Em careke din ji aqilê dewletê re dibêjin; ji bo ku ev pirsgirêk di qada navneteweyî de weke çoyekî neyê bikaranîn, divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Muxatab diyar in. Muxatabê herî girîng jî birêz Ocalan e. Lewma jî divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin, derfetên azadiya wî bên afirandin û pirsgirêka kurd bi rêyên guftûgo û muzakereyan bê çareserkirin. Ev Meşa Azadiyê jî dê ji bo vê mijarê sûdewer be. Hêvîdarim ku desthilatdarî û dewleta ku ev sedsal e çavê xwe ji vê girtî îcar perspektîfa xwe gihandina Tirkiyeya demokratîk deyne pêşiya xwe. Û hewl bide vê pirsgirêkê bi muxatabê wê re çareser bike.” 

‘ME ÎRO ÇIRAYEK VÊXIST Û HÊVÎDARIN EV ÇIRA TEVAHIYA KURDISTANÊ RONÎ BIKE’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ev tişt anî ziman: “Em ê heta 15’ê Sibatê li bajar û navçeyên Kurdistanê bigerin. Em ê meqseda ji meşê bigihînin gel. Em niha li vir bi 37-38 kesan dest bi meşê dikin. Lê hêza me mezin e. Dilê bi hezaran, bi milyonan kesên aştiyeke birûmet dixwazin bi me re ye. Em pêşengitiya aştî û azadiyê dikin. Dê ev meş bigihije armanca xwe. Armanca vê meşê tenê daxwazên gelê kurd nînin, di heman demê de daxwazên gelên bindest û gelên Rojhilata Navîn e. Me îro çirayek vêxist û hêvîdarim ku ev çira tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn ronî bike. Dê bi xwe re rojên azad bîne. Em dixwazin gel û dostên me bişopînin û piştgiriyê bidin. Hêvîdarim ku bi meşa xwe em tecrîdê bişikînin. Bi vê meşa xwe em ê azadiya birêz Ocalan pêk bînin. Em xwedî îrade ne, heta ku îradeya me hebe jî em ê bi ser kevin.” 

‘DIVÊ EM DEMILDEST BIŞKÎNIN’

Hevseroka Wan MEBYA-DER’ê Hanim Kaya jî diyar kir ku tecrîda li ser Îmraliyê îro li tevahiya civakê belav bûye. Kaya, got ku mifteya aştiyê li Îmraliyê û ew jî ji bo azadiyê tev li meşê bûne. 

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya jî got ku dema tecrîda li Îmraliyê bi dawî bû, dê zilim jî hilweşe. 

BERXWEDANA ZINDANAN HAT SILAVKIRIN 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî bi lêv kir ku sedema krîza aborî şerê li dijî kurdan û tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Çîftyurek, got ku ji bo astengkirina siyaseta gelê kurd tecrîd tê kûrkirin û got: “Banga me ji bo dewletê ew e ku bi qanûnên xwe bike. Tecrîdê bi dawî bikin û pêşiya gelan vekin.” 

Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir û da zanîn ku dê di navbera 1-15’ê Sibatê de li qadan bin. 

Meşvan, piştre jî derbasî Parka Mûsa Anter bûn. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Akkûyû bûye bîra mirinê
Nûçeya Pişt re Meşa Mezin a Azadiyê li gel êrîşa polîsan dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li diyarê Felekê gora zarokekî bêkes!

Di rojên qiyametê de, di bin lingên hespên hesinî de, di nav çinginiya şûrên fermanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Sosyolojiya Azadiyê: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin

Di encamnameya konferansa Sosyolojiya Azadiyê de, hat diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ayşegul Dogan: Abdullah Ocalan ji bo gelan deriyeke dîrokî vekir

Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenyurtê ya Stenbolê kongreya xwe ya asayî ya 3'yemin li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?