Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Me soz daye vî gelî ku em heta dawiyê wan biparêzin’
Rojava

‘Me soz daye vî gelî ku em heta dawiyê wan biparêzin’

Şervanê QSD’ê Zana Çelebî diyar kir ku tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî jî ew bersivên xurt didin dagirkeran û got: “Çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê parastina rûmeta xwe bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ev 13 sal in ku Şoreşa Rojava bi gelek berdelên giranbiha gihiştiye xwedî asteke xwerêvebirinê. Lê ev yek dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê her tengav kiriye. Ji ber vê yekê êrîşên xwe yên dijmirovî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her daye domandin. Herî dawî jî bi êrîşên xwe yên li ser bendava berxwedêr Tişrînê û Qereqozaxê ev yek dan meşandin. Lê şervanên dildar ên azadiye li dijî van êrîşan bersiveke dîrokî didin. Li hemberî şert û mercên herî zehmet bi azweriyeke mezin, cihe xwe li êniyên cengê digirin. Yek ji wan jî şervanê QSD’ê Zana Çelebî ye.

 

‘BERXWEDANA GEL JI BO ME DIBE MORAL’

Şervanê QSD’ê Zana Çelebî berxwedaniya ku bi mehan e dewam dike bi kelecaneke mezin anî ser ziman û got: “Em niha cihê xwe li eniya girên Qereqozaxê digirin. Ev  zêdetirî sê mehan e em li vir berxwedaniyekê didin meşandin. Li gel ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû cureyên çekan li beremberî me bi kar tînin jî ku ji çekên giran bigire, heta balafirên keşfê yên bêmirov û balafirên şer yên mezin, lê gelê me ji bo parastina axa xwe û piştgiriya şervanên xwe derbasî bendavê bû. Heta niha ew jî li gel hemû şert û mercan jî li ber xwe didin. Ev ji bo me cihê moralgirtinê ye. Ji ber ku em ji gelê xwe û piştevaniya wan moral digirin û wisa bersivan didin van êrîşên hov yên çeteyên dewleta dagirker.”

‘EV ŞER DIREJ JÎ BIKE WÊ GELÊ ME  SER BIKEVE’

Zana Çelebî diyar kir ku êrîşên li ser herêmê çêdibin ne mafdar in û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker li gel ku dewleteke endame NATO’yê ye, lê belê êrîşî axa me dike û em li beramberî wê bersîvên herî xurt didin û her roj êrîşên wan tên şikandin. Di heman demê de hemû çeteyên ku ji welatên derve anîne û hin kesên ku rûmeta xwe û gelên xwe firotine dagirkeriya Tirk, di bin fermana wan de êrîşî gelên herêmê yên ji neteweyên cuda dikin. Lê ev bi temamî xwexapandine, her çiqasî ev şer dirêj jî bike, dereng an nêz wê gelê me ser bikeve, ji ber ku gelekî mafdar e û parastina axa xwe dike.”

‘EM Ê HETA DAWIYÊ PARASTINA RÛMETA XWE BIKIN’

Zana Çelebî bal kişand bi ser wate û girîngiya vê berxwedaniyê û wiha dom kir: “Em li girên Qereqozax û Bendava Tişrînê li ber xwe didin, ji ber ku me sozek daye vî gelî ku em ê heta dawiyê wan biparêzin. Em ji bo ku xwedî li soza xwe û axa xwe derkevin em li vir şer dikin û ber xwe didin. Ji ber ku ev ax axa me ye, rûmeta me ye, şeref û namûsa me ye. Ji ber vê yekê çi dibe bila bibe em ti carî soza xwe naxwin û em ê heta dawiyê parastina rûmeta xwe bikin.”

Zana Çelebî anî ziman ku her çiqasî êrîşên hovane yên balafirên şer û çekên giran çêdibin, li gel wê jî îradeya gelê me nayê şikandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hevalên xwe yên şehîd bûne bi hurmet, hezkirin û mînetdarî bi bîr tînin û em ê xwedî li bîranîn û xeyalên wan derkevin. Her wiha em silavên xwe ji gelê xwe re dişînin. Ji ber ku em ji bo vî gelî şer dikin. Her çiqasî êrîşên hovane yên balafirên şer û çekên giran çêdibin, li ge wê jî îradeya gelê me nayê şikandin. Heta dawî baweriya me bi gelê me heye ku ti carî dev ji me bernade û wê heta dawî wê piştevaniyê me bikin. Em ê jî wan biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QEREQOZAX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Divê gel hemû di nava Sûriyeya nû de cih bigirin’
Nûçeya Pişt re Serhildana 12’ê Adarê bû bingehê Şoreşa Rojava
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TCŞ’ê şehîdê xwe Azad Ferhan Mihemed bi bîr anî

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) endamê xwe Azad Ferhan Mihemed ku di êrişa dewleta Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin

"Di êrîşa çeteyên ser bi hikumeta veguhêz ve ya li ser Dêr Hafira Tebqayê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Rêxistina Sara hemleya danasîna zagonên malbatî

Rêxistina Sara hemleya danasîna zagonên malbatî da destpêkirin ku hemle têkildarî zagonên di nava malbatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ji bo şehîd Bêrîtan li bajarên Rojava merasîma bîranînê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Berîtan li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrînê dest danîn ser zeviyên zeytûnan ên gel

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Ji bo ku Kurdî bi destûra bingehîn were misogerkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?