Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzaffer Ayata: Em bi saya mîrateya Xeyriyan li ser piya man

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Di pêvajoyên aştiyê de şîn tê girtin, ev li her derê cîhanê wiha ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê ji bo faşîzmê bibin derd
Rojane

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê ji bo faşîzmê bibin derd

Berdevka Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Edanûr Îbrahîmoglû di civîna çapemeniyê de berxwedana Wanê silav kir û got, ''Em ê ji bo faşîzmê bibin derd û paşve bixînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Edanûr Îbrahîmoglû têkildarî hilbijartinên rêveberiyên xwecihî û rojevên heyî daxuyaniyê da.

Edanûr Îbrahîmoglû got, “Ji bo nirxandina pêvajoya siyasî ya em tê re derbas dibin, hilbijartinên 31’ê Adarê û rewşa xwe ya rêxistinî, me duh lijneya xwe ya Rêveber a Giştî lidar xist. Îro jî em ê lîjneya Meclîsa xwe ya Giştî ya Ciwanan pêk bînin.” 

Edanûr Îbrahîmoglû, destnîşan kir ku gel nîşan daye ku navnîşana çareseriyê Îmralî ye û wiha got: “Hem gelên li Tirkiyeyê û hem jî gelê Kurd dubare dubare diyar kirin ku navnîşana çareseriyê Îmraliye, birêz Abdullah Ocalan e.”

Edanûr Îbrahîmoglû, diyar kir ku ciwanan pêşengî ji Newrozê re kirine û wiha got: “Di rastiyê de coşa Newrozê ya ciwanan careke din nîşanî me da ku pêşengiya ciwanan, pêşengiya jinên ciwan tiştek ji vîn û armanca xwe winda nekirine. Bi vê baweriyê û vînê hêj jî dewam dike. Ev vîn û baweriya me ji nû ve zindî bûye.”

Edanûr Îbrahîmoglû bi taybetî bal kişand ser berxwedana gelê Wanê ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de winda kiriye. Edanûr îbrahîmoglû got, “Em jî di berxwedana Wanê de bûn, em jî li wir bûn. Ji ber ku em li wir in em serbilind in. Em serbilind in ku vîna gelê Wanê diparêzin. Em diyar dikin ku em dudilî vê yekê hembêz nakin. Eger li hemberî vîna gelê Kurd êrîşeke din were kirin, em ê jî bi heman rengî bersivê bidin û mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.” 

Edanûr Îbrahîmoglu, anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de têk çûye û bi gotina “Bi qanûna talanê re hewl dan têkçûna xwe ya li sindoqan dubare bigirin” nerazîbûn nîşan da. Edanûr Îbrahîmoglu, bi taybetî bal kişand ser berxwedana gelê Wanê û wiha got, “Me jî cihê xwe di nava berxwedana Wanê de girt. Em jî li wir bûn. Ji ber ku em li wir bûn, em serbilind in. Ji ber ku em xwedî li vîna gelê Wanê derketin, em serbilind in. Ji bo xwedîderketinê jî ti carî em paşve neman. Eger li hemberî vîna gelê Kurd êrîşeke din were kirin, em ê jî bi heman rengî bersivê bidin û mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.

Desthilatdadriya AKP-MHP’ê di hilbijartinên Gulan û Adarê de xwest polîtîkayên şerê taybet bi hinek aparatan pêk bîne. Ev jî hîzbulkontra û kesên ji xwe re dibêjin neteweperestên Kurd ku tu eleqeya wan bi kurdbûnê ve nîne. Yên digotin em ê bi flamayên xwe bên qada Newrozê, li wir xuya nekirin. Ev kesayetên ku aparatên şerê taybet in û eleqeya wan bi kurdbûnê re nîne, ji bilî dûrxistina ciwanan a ji siyaseta demokratîk û têkoşînê, xwedî tu armancan nînin. Lewma em bang li ciwanên jidil dikin ku tekane navnîşana wan Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ye. 

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de me careke din dît bê ka siyaseta şer çiqas bêbandor bûye û gelê me çiqas xwedî bawerî û xwedî îrade ye. Ji bo vê sînerjiyê veguherînin mezinkirina hêviyê û birêxistinkirina têkoşînê, em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê di civîna xwe de li ser vê mijarê nîqaşan bikin. Em ê bi pêşniyara plansaziyekê bikevin civînê. Dê ev plansazî jî êdî bûye kevneşopiyek ku gelê me û herî zêde ciwan jê hez dikin e. Di çarçoveya kampanyaya ‘Berxwedana biheybet a li dijî şerê taybet’ de em ê li dijî şerê taybet çalakiyê li dar bixin. Ez careke din bibêjim ku em ê ji faşîzmê re bibin derd. Em ê ji faşîzmê re bibin derd û wê qels bikin. Em ê di têkoşîna xwe ya ciwanan de pir mezin bi ser kevin û tevgera xwe ya demokratîk pir mezin birêxistin bikin. Dê dawî nûwaze be.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pekînê li Derya Çînê ya Başûr dest bi ‘tetbîqatên şer’ kir
Nûçeya Pişt re Înîsiyatîfa Zarokên Agir li 3 bajaran çalakî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KON-MED’ê cejna Remezanê pîroz kir

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) Cejna Remezanê pîroz kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Raporên îstîxbaratê: Pûtîn ji stargeha xwe dernakeve

Li gorî îdîayên ji îstîxbarata Ewropayê, Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ji ber rîska sûîqest û…

Ji aliyê Stêrk TV

Qurbaniyên komkujiya Amûdê hatin bîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê, ku di 13'ê Mijdara 1960'î de piraniya wan zarok 283 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Muzaffer Ayata: Em bi saya mîrateya Xeyriyan li ser piya man

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aydin: Di pêvajoyên aştiyê de şîn tê girtin, ev li her derê cîhanê wiha ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?