Meclisa Ekolojiyê ya Amedê li dijî xebatên “Ocaxa Kevir, Santrala Plent û Tesîsa Şikandin û Eleqkirinê” ku li gundê Korxa navçeya Licê ya Amedê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêya Bejahî ya Herêma ya 8’emîn ve tê meşandin daxuyaniyek da. Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên DEM Partiyê li astên parêzgeh û navçeyan, endamên Meclisa Ekolojiyê ya Amedê û gelek welatî amade bûn. Girseya gel li qada mayî ya Şikefta Bîrqleynê li hev civiya û ber bi qada ku kargeha kevir û xebatên tesîsa pelçiqandinê lê tê kirin dest bi meşê kir. Bi tevlibûna girseyê re hêzên cendirmeyan ber bi herêmê ve hatin şandin. Welatiyên ku nêzî qadê bûn, li dijî xwediyên şîrketan ên ku xebatan dimeşînin nerazîbûn nîşan dan. Hewldana jendirmeyan a ji bo binçavkirina xwepêşandêran rastî nerazîbûnên tund hat. Piştî bertekan jendirmeyan dev ji astengiyan berdan.
Berdevkê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Sabrî Kiliç li vir daxuyanî da û xwest, projeya ku xweza, jiyan, dîrok û mîrateya çandî bê sekinandin. Kiliç diyar kir ku ji bo tesîsa ku li ser nêzî 250 donim erd hatiye plankirin biryara ‘Nirxandina Bandora Hawirdorê nayê xwestin’ hatiye dayîn û wiha axivî: “Ev biryar ne tenê ji bo xwezayê, ji bo bîra herêmê, jiyana hevpar û dewamiya çandî tehdîteke cidî ye. Ji ber ku bi sedsalan e ji aliyê gelê herêmê ve weke çêrgeh tê bikaranîn, herêma mijara wê ji bo hilberîna çandiniyê û sewalvaniyê girîng e. Her wiha ev herêm rasterast li jora şikeftên Bîrqleyn a dîrokî ye û vê yekê dike destwerdaneke ku bêrêziyê li nirxên dîrokî û çandî dike. Weke Meclisa Ekolojiyê em balê dikişînin ser: Ev proje wê ne tenê kevir bê derxistin, di heman demê de wê ekosîstemê parçe bike, ava binê erdê qirêj bike, dest deyne ser zevî û debara gel û gefê li jiyana mirovan û xwezayî ya bi toz û deng bixwe.”
Kiliç bal kişand ku bêyî razîbûna şêniyên herêmê xerakirina qadên jiyanê nayê qebûlkirin û wiha got: “Em wek kesên ku li gel xweza û jiyanê disekinin bang dikin: divê demildest pêvajoya nirxandina bandora hawirdorê bê betalkirin û proje bê rawestandin. Erdên çêrgehan avakerên gundiyan in, nikarin bên tinekirin; mîrateya me ya dîrokî û çandî nabe ku veguhere betonê û li dijî talankirina xwezayê em ê têkoşîna xwe, mil bi mil bi gundiyan re mezin bikin. Em xwezaya xwe diparêzin û em ê parastina xwe bidomînin.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça jî wiha got: “Hewl didin azadiya xweîfadekirinê, xweza û mafê parastinê yê gel li vir bixin dewrê, li pişt çend çekan xwe veşêrin û çend hesasiyetan ji xwe re bikin bahane. Em dixwazin zarokên me jî, nifşên pêşerojê jî bizanin ka Şikefta Birqleynê dişibe çi. Em mafê jiyanê yê kesên ku dixwazin siya dara ku niha di bin de bigerin jî diparêzin. Em behsa ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ dikin. Lê divê em xwezaya xwe biparêzin. Em ê nehêlin ku xwezaya me bibe qurbana sermayeyê.”
Serokê Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku Şikeftên Bîrqleyn ên dîrokî bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ne. Înan da zanîn ku saziyên dewletê yên ku Walîtiya Amedê, Qaymeqamiya Licê û Midûriyeta Parastina Mîrateyên Çandî jî di nav de ye, li pêşberî hilweşîna li qada dîrokî rû dide, bêdeng mane. Înan wiha axivî: “Lê belê em parêzvanên jiyanê, gelê Licê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, şaredariyên gel, Meclisa Ekolojiyê ya Bajarvaniyê û Baroya Amedê em ê li hemberî vê talana dîrokî bêdeng nemînin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.