Meclîsa Îştar a Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî hişmendiya qirêj, gotinên zayendperest û neteweperest ên Rahmî Koç daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, “Em wekî Meclîsa Îştar, gotinên qirêj û kîndarî yên ku vê dawiyê ji aliyê kesekî bê ehlaq ê bi navê Rehmî Koç ve li dijî kesayet, nasname û rûmeta jina Kurd hatî ziman, bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş ne tenê daxuyaniyeke kesane ye, ev daxuyanî hişmeniya qirêj a qatîlê maskekirî ye ku dixwazin vîna civaka azad di kesayeta jin de bişkînin.”
Meclîsa Îştar got, “Em bi paradigma Rêber Apo ya civaka demokratîk, ekolojî û azadîxwazîya jinê mezin bûn, tu hêz, tu qatîl û tu zimanê qirêj nikare vê vîna azad ku di dil û mejiyê me de şîn bûye, têk bibe. Têkoşîna me dê berfirehtir bibe. Bersiva me ya herî mezin ji bo van êrîşan, bilind kirina asta rêxistinbûna jinê û belavkirina felsefeya azadiyê ye.”
Daxuyanî bi van gotinan bidawî bû, “Em bang li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikin ku li hemberî van kujerên qastîk ên qirêj û hişmendiya kujer bibin yek. Bila herkes bizane jina Kurd ne bêkese, xwedî dîrok, artêş û felsefeya birdozîya rizgariya jinê ye. Xeta me ya berxwedanê zelale. Em ê tu carî rê nedin ku kesên weke Rehmî Koç û hevalbendên wan ên qirêj nirxên me yên netewî û zayendî bikin amûrê devê xwe yê gemar.”

