6’ê Çileyê hêzên cîhadîst ên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê bi armanca qirkirinê êrişê taxên Kurdan ên Şêx Meqxûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Di vî şerî de şervaneke jin şehîd bû. Cîhadîstên HTŞ’ê bi awayekî hovane bêrêzî li hemberî cenazeyê şervana jin kirin. Li ser vê mijarê kesekî bi navê mele Mezher li hemberî jina şoreşger û giştî jinan axaftinên bêrêz kir. Li ser vê mijarê Meclîsa Îştar a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya Meclîsa Îştar a Mexmûrê wiha ye:
“Dema ku em qala mela yan jî rêberên olî dikin, li gorî rûmeta olan tê zanîn ku ew mînakên dilovanî, dadwerî û rêzgirtinê ne. Lê mixabin, carna em dibînîn ku hinek kes vê erka xwe ji bo biçûkxistin û tunehesibandina nîvê civakê ango jinan bi kar tînin. Jina ku tê biçûkxistin dayîke, xwişke, hevjîne, şoreşgere û berî her tiştî mirove. Ji bo wê tu bawerî yan jî ramanek destûr nade rûmeta mirovekî bê binpêkirin. Ji ber ku di bingeha baweriyan de ‘zanist’ û ‘exlaq’ heye. Melayekî ku li cihê zanînê, hêrs û nefreta xwe li hemberî jina ku parêzvaniya xak û civaka xwe dike belav bike, ev tê wê wateyê ku ji erka xwe ya rast dûr ketiye. Em dizanin ku dema zimanê hêrsê li hemberî jinan tê bikaranîn ev dibe sedem di nava malbat û kolanan de zêdebûna tundiya li ser jinan.
Weke ku dîrok jî şahîde jin ne tenê berpirsyarên mala xwe ne di heman demê de avakarên jiyanê û parêzvanên rûmeta civakê ne jî. Bêguman keddayîna malê pîroze lê jinan tenê di karê malê de sînordarkirin û asêkirin hewldana bê îradehiştina jinane. Jinên ku îro di qadên şer û zanistê de cih digrin nîşandan ku sînorên wan, ji sînorên ku hişmendiya desthilatdar a kujerê kastîk ji bo wan diyar kiriye gelekî berfirehtire.
Ji bo wê em li dijî hişmendiya paşverû ya ku dixwaze civakê tenê di bin zayendperestiyê de birêve bibe bang dikin û dibêjin li dîroka jinan, bi taybetî jî li dîroka jinên Kurd a berxwedêr a ji Rindêxanan bigre heta Adîle Xanim, Leyla Qasim, Sara, Arîn û herî dawiyê jî şoreşgerên jin Denîz, Leyla Qasim û Gerîla Amara yên ku şerê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de canê xwe ji bo xak û civaka xwe daye û şehîd bûn binêrin ku hûn xwe ji hişmendiya zayendperestî xilas bikin.
Li ser vê bingehê em nêrîna ku jinan weke ‘milkê malê’ dibîne şermezar dikin. Em dibêjin jin soreşe, jin jiyane û jin azadî ye. Tu hêz nikare vîna jinên ku hişyar û zana bûne bisekinîne.”

