Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de em ê daxwazên xwe bipeyivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Em Kurd ji rêveberiya demokratîk re namzet in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navek, du jiyan: Agir Adar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Meclisa Jinan a DBP’ê: Çalakiyên me wê heta azadiya Abdullah Ocalan dewam bike
Jin

Meclisa Jinan a DBP’ê: Çalakiyên me wê heta azadiya Abdullah Ocalan dewam bike

Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî got, "Çalakiyên me wê heta azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan dewam bike" û berxwedana girtiyan silav kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya partiya xwe ya li Amedê geşedanên di rojevê de nirxand.

Bahçecî, anî ziman ku divê were dîtin tundî û mîlîtarîzma ku di sedsala 21’emîn de zêde dibe û didome; ji dubendiya jin û mêran ne cihê ye û wiha got: “Modernîteya kapîtalîst û feraseta mêrsalar a ku hêza wê ya pêşeng e, di heman demê de pişta xwe dispêre nijadperestî, zayendperestî, dînperestî û polîtîkayên şerê taybet û tundiyê zêdetir dike. Ji ser pergaleke nû ya baviksalariyê hewl dide civakê û bi taybetî jinan beralî bike û hebûna xwe li ser êrîşên bi pergal bidomîne. Ev êrîşên bi pergal li Êlihê dibe êrîşa bi unîforma ya ku tecawizî Îpek Erê kiribû, li Dêrsimê dibe windabûna Gulistan Dokû ya ku ji aliyê hêza bi unîforma hatibû windakirin. Di heman demê de li Şirnex û Wanê jî dibe tacîz, tecawiz û êrîşên ku ji aliyên kesên bi unîforma ve tên kirin. Ligel ku li Enqereyê danişîna 4’emîn a zarokeke êzidî ya 9 salî ya ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû revandin hate kirin jî, di dozê de tu kesên girtî tune ne, ev jî dibe dawiya êrîşên li dijî nasname û bedena jinê.”

Bahçecî, destnîşan kir ku gelekî eşkere ye ku polîtîkayên şerê taybet ên ku li Kurdistanê tên meşandin, beriya her tiştî têkoşîna rêxistinkirî ya jin û ciwanan dike hedef û wiha domand: “Di hilbijartinên herêmî de jî bi zanebûn ferasetên ku hewl dide pergala Hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev bêwate û bêqîmet bike, li hinek deran derket holê û hate deşîfrekirin jî, li hinek deran tê kamûflekirin. Li dijî jinan ji aliyê kê û ji ku êrîş werin jî, em ê bi bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ya bi rêxistinkirî li dijî van êrîşan bin û ev rêgeza me ya sereke ye. Dema li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî jinên kurd sûcên êrîşa zayendî tên kirin, hinek aliyên mûxalif û medyaya alîgirê desthilatdariyê bêdeng dimînin. Ev jî diyar dike ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bi qestî tên kirin û sîstematîk in.”

Bahçecî, bi lêv kir ku di serdemeke ku li Kurdistanê êriş û tundiya li dijî jinan zêde bûye de, diyar dikin ku hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê xwedî girîngiyeke cuda ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên kurd û gelê kurd ên ku li dinyayê tiştekî yekemîn kirin, di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2024’an de jî li ser esasê ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’, pêvajoyeke hilbijartinê qedand in. Ji kesên ku pergala Hevserokatiyê di nav fermîyetê de dixeniqînin, ji tifaqên paşverû yên wekî AKP, MHP û Hîzbulkontra ku pergala hevserokatiyê dikin hedef, tehamula wan ji destkeftiyên jinan re tune û hewl didin rengê çarşefa jinan diyar bikin re em vî tiştî dibêjin; Pergala hevserokatiyê li dijî polîtîkayên we yên mêrane û dixwaze jinan bike kole; hêvî bi xwe ye. Em careke din diyar dikin ku di serî de pergala hevserokatiyê, em ê dev ji tu destkeftiyên xwe yên ku çavkaniya xwe ji felsefeya ‘jin, jiyan û azadiyê’ digire, bernedin.

Di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de me hevserokatî û pergala fermûarê xist meriyetê. Niha jî li her cihê ku em lê ne, em ê ji bo jin, zarok û ciwanan bikin bajarên ku mirov dikarin lê bijîn. Bêguman destkeftiyên me, ne bi tenê ev tişt in. Li çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya jinan girêk bi girêk şoreşek tê ristin. Jinên ji Rojava yên ku li dijî netewe-dewletê di avakirina modernîteya demokratîk de bûne hêviyek, bingeha civaka exlaqî û polîtîk datînin û pergala xwe ya hiqûqî ava dikin. Li Rojava li hemberî modela ‘Makeqanûnê’ bi ‘Peymannameya Civakî’ re li ser esasê azadiya jinan, mafê zarokan, jiyana ekolojîk û mafên wekhev hiqûqekê ava dikin û bi xebatên qanûnên jinan, mafên jinan diparêzin. Li hemberî van geşedanan li Tirkiyeyê jî desthilatdariya siyasî xebatên makeqanûna nû daye destpêkirin û dixwaze temenê xwe dirêj bike. Makeqanûna sala 1982’yan a darbeyê heta niha 19 caran hatiye guherandin û pînekirin lê nebû peymannameya civakî. Ji ber ku li vî welatî dema desthilatdarî dikevin nav krîza rêveberiyê, guherandina makeqanûnê ji xwe re kirine alava guherandina rojevê.  Ji bo ku mirov fêm bike hiqûqa serdestan çi ye, mirov li berdana mêrên ku faîlên tundiyê ne û li tacîza darazê ya li ser mûxalifan binêre, bes e. Yek ji van dosyeyan jî Doza Kûmpasê ya Kobanê ye. Em ji vê derê careke din diyar dikin ku di 16’ê Gulanê de em ê tev li danişîna biryarê ya dozê bibin ku gelek hevalên me yên jin lê tên darizandin û li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê em ê xwedî li îradeya jinan a ku bûye hêvî, derkevin.”

Bahçecî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha domand: “Tê zanîn ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze tecrîda mutleq a li Îmraliyê wekî pergalekê li her derê bidomîne, pê re jî hewl dide wê pergalê di serî de zindan li ser hemû civakê pêk bîne. Li dijî vî tiştî di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re, azadî ji Doza Kurdan re Çareseriya Demokratîk’ de ya bi Meşa Azadiyê dest pê kir û bi hêza ku sînerjiya civakî ya ku di 8’ê Adarê, Newroz, hilbijartinên 31’ê Adarê, li Wanê dema gel bi berxwedanê xwedî li îradeya xwe derket û di 1’ê Gulanê de derkete holê; em balê dikişînin ser vî tiştî ku heta azadiya fizîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan pêk were, em ê bi biryardarî hemû çalakiyên xwe bidomînin. Wekî ku tê zanîn girtiyên siyasî yên di zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji 4’ê Nîsanê û vir ve çalakiyên xwe derbasî asteke nû kirine. Girtiyên siyasî bi dirûşma ‘Jiyana di bin şertên wekî yên rêzdar Abdullah Ocalan de’ dernakevin hevdîtinên bi malbatan re, dadgehan boykot dikin û û mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar naynin.

Di heman demê de di serî de dayikên di Nobeta Edaletê de, xizmên girtiyan bi daxwaza ‘Azadî ji rêzdar Abdullah Ocalan re’ bi mehan e Nobeta xwe ya Edaletê didomînin û li gelek bajaran bi dirûşmeyên ‘Deng bide azadiyê’ û ‘Dawî li tecrîdê bîne’ nobeta xwe, bi çalakiyên cuda didomînin. Em weke Meclisa Jinan a DBP’ê dibêjin ku daxwazên girtiyan û yên malbatan daxwazên me ne û em ê di hemû çalakiyan de bi malbatan re bin.

Di heman demê de daxwaza edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar a ku li pêşiya Wezareta Edaletê ji sed rojan zêdetir di Nobeta Edaletê de ye jî, daxwaza me ye.”

Bahçeciyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Meclîsa Jinan a DBP’ê girîng dibînin ku bi periyodên diyar xebatên xwe bi we re par ve bikin. Li ser vî esasî di 8’ê Adarê de di serî de li Riha, Amed û Sêrtê em jin li gelek bajaran daketin qadan. Jinên ku bi coş û serhildana 8’ê Adarê daketin qadan, dîsa bi heman coş û biryardariyê di Newroz, 31’ê Adarê û herî dawîn di 1’ê Gulanê de li qadan bi awayekî eşkere peyamên xwe anîn ziman.

Li Kurdistanê tevî qirkirina siyasî ya li dijî jinên kurd, êrîşên wisa hene ku her roj di nav civakê de bi sedan jin tên qetilkirin, ber bi fihûşê ve tên birin, tacîz û tecawiz li wan tê kirin. Ji xeynî tundiya fizîkî, li dijî cîhana me ya ruhî, fikrî û hestîyariyê jî her dem tundî tê kirin. Li dijî van êrişên tundiyê û feraseta mêrsalar; zanebûna xweparastinê û xwerêxistinkirina wê, tekane rêya rizgariyê ye. Ji vî alî ve ji bo ku civak bigihêjin feraset û pergala demokratîk, alavên herî bingehîn in. Xweparastin dibe zanebûn, rêxistinkirin û çalakbûn. Li ser vî esasî em Meclisa Jinan a DBP’ê di pêvajoyên pêşiya me de, li her kolan, tax û bajarê ku em lê dijîn, wê hedefa me ya sereke rêxistinkirina komîsyon û meclîsên jinan be. Di heman demê de li dijî êrîşên şerê taybet ên ku li ser jin û ciwanan tê ferzkirin û li hemberî polîtîkayên cezanekirinê yên di tundiya li dijî jinê de; em ê di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan diparêze xebatên xwe yên rêxistinkirinê û bîrbûna xwepararastinê ya di Berxwedana Wanê û Şirnexê de derket pêş, têkoşîna xwe mezintir bikin. Jin, jiyan, azadî!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê FC Roj Spor û Mezopotamya Spor derbasî lîga jor bûn
Nûçeya Pişt re Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gorî Tahranê DYE’yê û Îran ‘gelek nêzî’ muzakereyan bûne

Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de li ser mijara nukleerê ku…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Agirbest heta 15 rojan hat dirêjkirin

QSDˊê ragihand ku bi navbeynkariya navneteweyî û hikumeta demkî ya Sûriyeyê re li ser dirêjkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Selman Yalvaç hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Selman Yalvaç ku di şerê li Colemêrgê de şehîd bû, li Silopiyayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de em ê daxwazên xwe bipeyivin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?