Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê daxuyaniyek li herêma Werzîrê ya li kantona Tebqayê da.
Endama meclisê Heyfa Hesen bi zimanê kurdî û Kurdistan Murşid bi zimanê erebî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û koçberkirina xelkê ji kantona Efrîn-Şehbayê bi tundî hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di van rojên zehmet ên demsala zivistanê de gelê me hat koçberkirin. Di encamê de hin zarok û kal û pîran wefat kir.”
Di daxuyaniyê de endamê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ebdurehman Murşîd hat bibîranîn ku ji bo ku nekeve destê çeteyan dawî li jiyana xwe anîbû û wek “çalakiyeke fedaî” hat wesifandin. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ebdurehman nexwest teslîm bibe û ji welatê xwe dûr bikeve. Ebdurehman mirina birûmet di ser ketina destê çeteyan re tercîh kir û beriya ku vê çalakiya xwe bike got “Na ji dagirkirina xaka me re”.
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin, dawî li êriş û koçberiya bi darê zorê ya ku dewleta Tirk a dagirker bînin, rewşa koçberên ji kantona Efrîn-Şehba û Helebê bibînin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Bi hêz û hevgirtin û yekitiya gelên herêmê em ê aştî, serkeftin û berxwedana gelan mîsoger bikin.”