Di van rojên dawî de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku êrîş berdewam in, nûçe ya peymaneke nû hat. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku Germandarê Giştî ya QSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li Şamê bi nûnerê rêveberiya Sûriyê Şara re civiyan û li ser peymanê li hev kirin.
Di peymanê de gelek xal hene: Ji nû ve bicihkirina hêzên leşkerî û ewlehiyê, entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyê de, mîsogerkirina mafên sivîl û perwerdeyî yên gelê Kurd û vegerandina kesên koçber li malên xwe.
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş peymanê nirxand û got ku ev peyman bi qîmet e û divê zemîna diyalogê bidome. Wê bal kişand ser rawestandina êrîş û dorpêçê û wiha got: “Ev peyman ne bi xwezayî derketiye holê; encama salên dirêj ên têkoşîn, berxwedana dîrokî ye. Divê em vê rastiyê ji bîr nekin. Bi vê peymanê mafê jiyanê yê mirovan tê mîsogerkirin, ev gelekî girîng û bi qîmet e.”
‘MASAYÊ AŞTIYÊ BI HER KESÎ DIDE QEZENCKIRIN’
Beştaş bal kişand ser wê yekê ku masaya aştiyê ji bo hemû gelan qezenc e û wiha got: “Em wekî parêzvanên jiyana hevpar a azad a gelan, her tim girîngiya diyalog, muzakere, hevparî û cihgirtina bi rûmet a gelan li ser masê dibêjin. Ev peyman jî careke din vê nêzîkatiyê zelal dike. Bêguman gelek aliyên ku li ser Rojava û Sûriyê divê bên nîqaşkirin hene. Lê em dikarin wiha jî bibînin: Ev masa ji bo her kesî qezencê ye. Nêzîkatiya me ya bingehîn ev e ku aştî dide qezenckirin, şer dide windakirin. Ev rastiyek e û em hemû dizanin.”
‘ENCAMÊ KU JI MASEYÊ DERKET, XWEDÎ DERKETINA YÊ BERXWE DIDE YE’
Beştaş bal kişand ser yekîtiya netewî û hişmendiya ku bi êrîşan derket holê û wiha got: “Di vê pêvajoyê de gelê Kurd, li hemû cîhanê, li Tirkiyê û hemû parçeyên Kurdistanê xwedîderketineke bêhempa nîşan da. Berxwedanek bihêz hate nîşandan; yekîtî û hevgirtina gelan, hestên yekîtî û ittifakê yên gelê Kurd li hemû cîhanê belav bûn. Bingeha herî girîng a derketina vê encamê ji maseyê ev xwedîderketina bihêz e. Xwedîderketineke wisa bihêz ku tu dewleta cîhanê nikare bêje ‘Min nedîtî an nebihîstiye’. Helwesta gelê Kurd a ku mafên gelên din êrîş nake, tenê mafên xwe û jiyana hevpar a hemû gelan diparêze, vê peymanê hê bi qîmettir dike. Divê em vê pêvajoyê ne wekî serkeftin an têkçûneke mutleq bibînin; ya girîng ev e ku em ji vir û pê ve çi çawa bi rê ve bibin. Berdewamiya vê xwedîderketin, ittifak û yekîtiyê gelekî girîng e.”
‘GER GELÊ KURD SER BIKEVE, GELÊN SÛRIYÊ JÎ SER BIKEVIN’
Beştaş li ser entegrasyona demokratîk rawestiya û got: “Em careke din dibêjin ku em entegrasyona demokratîk diparêzin. Çawa em Tirkiyeke demokratîk diparêzin, em Sûriyeke demokratîk jî diparêzin. Li vir xalek girîng heye ku nayê dîtin: Ev ne pêvajoyeke entegrasyona yekalî ye. Ne tenê entegrasyona QSD an a Kurdan di nav saziyekê de ye; ev pêvajoyeke entegrasyona demokratîk a di navbera hikûmeta Şamê û QSD’ê de ye. Ev çarçoveyeke girîng e. Di hawîrdora ku çek bêdeng bibin de, siyaset û muzakere wê bingeheke bihêztir bi dest bixe. Di pêşerojê de naveroka vê çarçoveyê wê bêhtir bên nîqaşkirin, hûrgulî wê bi muzakereyê bên teşegirtin. Ez vê peymanê wekî çarçoveyeke asgarî ya lihevhatinê û bingeha diyalogê ya domdar dinirxînim.”
‘PARASTINA BINGEHA DIYALOGÊ PÊWÎSTE’
Beştaş got: “Ev peyman di heman demê de derbasbûna entegrasyona demokratîk a hevdu nîşan dide. Bêguman ev ne di rojekê de temam dibe; gav bi gav pêş ve diçe û bi demê re kûr dibe. Em dizanin ku bi roj in gelê Kurd û hemû kesên mirovahiyê ji bo vê yekê bi xem û fikar in. Ev lihevhatin bi kêmanî nîşan dide ku diyalog destpê kiriye û berdewam e. Parastina zemîna diyalogê û maseyê gelekî girîng e. Di peymana lihevhatinê de sernavên girîng ên wekî xurtkirina demokrasiya herêmî û domandina têkiliyên bi navendê re li ser bingeha demokratîk hene. Ev di pêşerojê de wê bêhtir bên nîqaşkirin.”
‘PEYMAN WÊ LEZ BIDE PÊVAJOYA LI TIRKIYÊ JÎ’
Beştaş di dawiyê de wiha got: “Em ê di pêşerojê de nirxa entegrasyona demokratîk baştir bibînin. Serkeftina gelê Kurd tê wateya serkeftina Sûriyê û hemû gelên li Sûriyê dijîn. Ev peyman wê bandoreke erênî li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê jî bike. Dema em li pêvajoya li Tirkiyê dinêrin, em dibînin ku ev masa li Sûriyê hatiye avakirin wê bandoreke erênî li Tirkiyê bike. Ev pêvajo ji Tirkiyê û hevsengiyên navnetewî serbixwe nîne. Bêyî diyaloga li Sûriyê, pêşveçûneke saxlem a pêvajoyeke aştiyê li Tirkiyê ne gengaz e. Ji aliyê din ve, ev masa wê lez bide pêvajoya li Tirkiyê jî. Lê ev tenê bi bendê mayînê nabe; bi xebat, têkoşîn û xwedîderketinê gengaz dibe.”

