Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de starta “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” hate dayin. Di vê çarçoveyê de dê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş were lidarxistin. Girseya ku Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî di nav de, li pêşiya avahiya DBP’ê ya Amedê hatin gel hev.
Girseyê ji vir ber bi Qada Şêx Seîd ve bi çepik û dirûşman dest bi meşê kir.
Berfirehiya nûçeyê tê…