În, 10 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Oktay Kelebek re yê di greva birçîbûnê de ye şekir nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hasan Kiliç: Ji bo pêvajoya aştiyê dema ‘bendê bimîne û bibîne’ qediya

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Yadê Ûveyş ti carî serî li hember zilmê netewand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîr Çelîk: JES a li Gimgimê wê bibe sedema erdhej û qirkirina çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Meseleya Kurd bi nêzîkatiyên rojane çareser nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meşa ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’ li Mêrsînê ye: Rêya azadiyê ji Îmraliyê derbas dibe
Rojane

Meşa ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’ li Mêrsînê ye: Rêya azadiyê ji Îmraliyê derbas dibe

Meşa ku TJA’yê ji Amedê da destpêkirin, li Mêrsînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Fîgen Yuksekdag ku peyam ji jinan re şand wiha got, “Azadiya Ocalan; azadiya hemû girtiyên siyasî, gel û jinan e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma  “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş ji Amedê ber bi Enqereyê ve dabû destpêkirin û di roja 5’an de meşa jinan gihîşt Mersînê. Li Parka Barişê, bi pankarta “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin”, bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî, azad bikê Rebertî”, “Mafê hêviyê nayê taloqkirin”, “Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye” û “Bê Serok jiyan nabe” ve jin meşiyan û ji aliyê girseyê ve hate pêşwazîkirin.

 

POSTERÊ RÊBER APO HAT DALIQANDIN

Piştre girseyê bi hev re ber bi avahiya navçeya Akdenîz a DEM Partiyê ve meşiya. Girseyê li vir bi stranan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” govend gerandin, li ser avahiya partiyê pankarta “Şoreşa zîhniyeta Rêbertiya me hêvîyê geş dike” hat daliqandin. Dû re bi fîşekên hewayî posterê Rêber Apo li avahiyê hat daliqandin.

Di çarçoveya bernameya de, pêşî peyama Ocalan a ji bo meşvanên jin hat xwendin. Piştre peyamên Komeleyên Elewî yên Demokratîk ên Ewropayê, Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û parlamentera berê ya girtî Semra Guzel hatin xwendin.

FÎGEN YUKSEKDAG: AZADIYA OCALAN DI NAVENDA TÊKOŞÎNA ME DE YE

Peyama Fîgen Yuksekdag wiha ye:

 “Jinên hêja, ew kesên ku ji bo azadiyê dikevin rêya azadiyê, ez we hemûyan bi hestên xwe yên herî dilsoz ên hevaltî û hevgirtinê silav dikim. Ez keda kolektîf û pêşengiya jinan di têkoşîna bidestxistina mafê ‘Civakek Aştî û Demokratîk’ de silav dikim. Her çend em, jinên siyasetmedar û jinên girtiyên siyasî, bi fîzîkî bi we re nebin jî, em heman hewesa azadiyê parve dikin û li heman asoyên jiyanek azad dinêrin.

Ez bawer dikim ku meşa we dê ji bo pêşeroja geş a hemû gelên Tirkiye, Kurdistan û herêmê bibe çavkaniya îlham û îradeyê. Bê guman, daxuyaniya xwesteka aştiyê dema ku bi demokrasî û azadiyê re hevdîtinê bike, dê bi ser bikeve û mayînde bibe. Rêya misogerkirina vê derfeta dîrokî ya li pêşiya gelê me nayê windakirin, îro jî wekî duh jî ev rê ji Îmraliyê derbas dibe. Berdewamkirin û hilberandina vê rolê ji bo Birêz Ocalan, ku ji bo xwestekên civakê yên ji bo demokrasî û azadiyê qadeke girîng vekiriye, mijarek û daxwazek civakî ye. Daxwaza rakirina tevahî ya tecrîda li ser Birêz Ocalan û daxwaza wî ya berdewamkirina erkên xwe yên civakî-siyasî di dilê têkoşîna me ya azadiyê de dimîne.

 Em dikarin aştî û demokrasiyê bi gotina ‘Azadî ji bo Ocalan, azadî ji bo hemû girtiyên siyasî, gelan, jinan, ciwanan, baweriyan û karkeran’ ava bikin. Rêwîtiya ku hûn dest pê dikin û vê wateya kûr dihewîne, biryardariya we xurt dike. Bila rêyên we zelal bin. Ez we hemûyan bi evîn û rêzdarî, wek hevalan, silav dikim.”

‘DIVÊ KOMÎSYON YEKSER BI OCALAN RE HEVDÎTIN BIKE’

Piştre aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarica axivî û destnîşan kir ku gava yekemîn a aştiyê, şikandina tecrîdê û vekirina zemîna demokratîk e. Eylem Saricayê diyar kir ku daxwazên wan zelal in û ew azadiya fîzîkî ya Ocalan dixwazin. Eylem Sarica anî ziman ku erka mezin dikeve ser milê komîsyona ku di Meclîsê de hatiye avakirin û got: “Navnîşana çareseriya demokratîk di Îmraliyê re derbas dibe. Xwestina azadiya fîzîkî ya Ocalan ne tenê azadbûna kesekî ye, lê azadbûna felsefeyekê, azadbûna jinan e.”

Piştî axaftinan sînevîzyon hat nîşandan, jinên ku îro li Mersînê dimînin, wê sibe ber bi Enqereyê ve bimeşin.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MERSÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: Şervanek me li gundewarê Dêrazorê
Nûçeya Pişt re QSD`ê derbarê êrîşên li ser Dêr Hafirê daxuyanî da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê 9 ciwan hatin binçavkirin

Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin û 9 ciwanên endamên Meclisa Ciwanên Demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Swîsreyê agir bi navenda kaşûnê ket: Bi dehan kes mirin

Li navenda kaşûnê ya Crans-Montana ya li kantona Valais a Swîsreyê di şeva sersalê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Oktay Kelebek re yê di greva birçîbûnê de ye şekir nayê dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hasan Kiliç: Ji bo pêvajoya aştiyê dema ‘bendê bimîne û bibîne’ qediya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Yadê Ûveyş ti carî serî li hember zilmê netewand’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Demîr Çelîk: JES a li Gimgimê wê bibe sedema erdhej û qirkirina çandî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?