Li navçeya Soma ya Manîsayê, şîrketa Fernas Madencîlîk a ku xwediyê wê Parlamenterê AKP’ê Ferhat Nasiroglû ye, bi hinceta ku endamên sendîkaya Maden Îş a Serbixwe ne, gelek karker ji kar derxist. Karkeran li dijî vê yekê dest bi çalakiyan kirin.
Di vê çarçoveyê de karker û madenkar li ber avahiya sendîkayê li hev kom bûn û dest bi meşa ber bi Enqereyê kirin.
Beriya destpêkirina meşê Seroka Giştî ya Sendîkaya Maden Îş a Serbixwe Gokay Çakir daxuyaniyek da û destnîşan kir ku karker kole nîne, ew daxwaza mafên xwe dikin.