Meşa ‘Hurmeta li Îradeyê’ ku li dijî desteserkirina şaredariyê ji Stenbol û Îzmîrê destpê kir, 30’ê Hezîranê gihîştibû Enqereyê. Meşvanan îro ji Enqereyê berê xwe dan Edeneyê.
Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn diyar kir ku wê îradeya gel biparêzin û got, “Weke ku tê zanîn, dest li ser îradeya xelkê Colemêrgê hate danîn.”
Yilmaz Hûn diyar kir ku diyar kir ku navê desteserkirina îradeyê ‘qeyûm’ e û got, “Gelê Kurd wê tevî dostên xwe li dijî vê desteserkirina îradeyê heta dawiyê li ber xwe bide.”
Piştî daxuyaniyê meşvanan dest bi meşê kirin.