Duşem, 20 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DYE’yê welatiyên xwe hişyar kir: Neçin Iraq û Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD: Di Newroza 2026’an de herî kêm 253 kes hatin binçavkirin, 63 jî hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li ber hewldanên ‘sîxurkirinê’ û ‘gefê’ yên li Îzmîrê rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Ji bo aştiyê pêwîstî bi çêkirina qanûnan heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş kampanya îmzeyan hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza dijî projeya JES’ê de ya li Gimgimê biryara navberê. Belge hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li hikûmeta Iraqê û NY’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên xweseriyê hatin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Meşa li Amedê: Jin wê li dora Banga Aştî û Civaka Demokratîk bên gel hev
Jin

Meşa li Amedê: Jin wê li dora Banga Aştî û Civaka Demokratîk bên gel hev

Li Amedê bi hezaran Jin ji bo 'Çareseriya civakî' meşiyan û peyama “Em ê li dora Banga Aştî û Civaka Demokratîk bên gel hev. Em ê vê pêvajoyê bi bextê aqilê yekdestdariya serdest ê mêran bernedin' dan

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Li Amedê bi hezaran jin bi dirûşmeya “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” meşiyan. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî beşdarî meşa ku di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de hat lidarxistin bûn.

 

Jinên ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatin, li Parka Jiyanê ya Şemse Allak kom bûn û ber bi Ulu Camî ya li navçeya dîrokî ya Sûrê ya Amed dest bi meşê kirin. Di meşê de jinan dirûşmên “Bijî aştiya civakî”, “Jin, jiyan, azadî”, “Jin civakê azad dikin”, “Em ji bo hevgirtinê li vir in” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin û li ber Ulu Camiyê meşiyan daxuyanî dan. 

Li ser navê jinan Xecê Şahîn daxuyanî xwend, bal kişand ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku di 27’ê Sibatê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji raya giştî re hatiye parvekirin û wiha got: “Em ê li dora Banga Aştî û Civaka Demokratîk bibin yek û bibin hêza pêşeng ku vê pêvajoyê bi rê ve bibe, em ê di pêvajoya aştiyê de ezmûnên xwe bi cih bînin. Em ê vê pêvajoyê ji rehm û yekdestdariya zihniyeta serdest a mêrperest re nehêlin. Em ê destûrê nedin ku ev pêvajo bi operasyonên rêveberiya feraseta medyaya mêrperest, zayendperest û şerxwaz winda bibe. Ji ber ku me jinan di şerên desthilatdarên mêrperest ên li van xakan de berdêlên herî giran dan. Weke Tevgera Jinên Kurd, têkoşîna me ya ji bo azadiya jinan ku bi salan e me bi Tevgera Jinên Tirkiyeyê re mil bi mil meşand, her wiha li dijî şerên desthilatdariyên mêrperest jî tê meşandin. Êrişên li ser maf û destkeftiyên jinan, polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinên Kurd tên meşandin, belavkirina van polîtîkayan li tevahiya Tirkiyeyê ji vê polîtîkaya şer ne cuda ye. Êrişên li ser zimanê dayikê û çandê êrişên li dijî civakbûna jinan û li dijî nirxên jiyana adil û wekhev in ku ev nirx bi hezaran sal berê ji aliyê jinan ve hatine afirandin.

‘EM Ê NEHÊLIN EV PÊVAJO VALA BÊ DERXISTIN’

Dema ku tê xwestin ku heqîqeta jinên Kurd di nava qirkirinê de were afirandin, helbet ya ku berxwedanê dide destpêkirin û wate dide berxwedanê û me digihîne heqîqeta xwe; parastina çand, ziman û dîroka me bû. Daxwaza me ya aştiyê îro li ser esasê parastina van nirxan e. Ger aştî bi zimanê dayikê û bi çanda civakî bê avakirin dê watedar be. Li ser maseya aştiyê bi kirdewariya jinan re dê têkoşîna azadiyê ya jinan were kirin. Muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku careke din aştî weke rêya çareseriyê nîşan kir, ji hêla me ve jî vê yekitiyê hildigire ser xwe.

GER AŞTÎ LI SER ZIMANÊ DAYIKÊ AVA BIBE WÊ GAVÊ WATEDAR BE 

Em tu carî di qonaxa bendewar de neman û em ê nemînin jî. Em li benda gavavêtina hêza dewlet-siyasetê namînin. Pêwîst e pêvajo li ser zemîna parlamentoyê bi rêkûpêkiyên qanûnî yên pêwîst bê meşandin. Divê jin di her asta vê pêvajoyê de, di her komîsyonê de ku dê bê avakirin, di her komxebatê de weke kirde cih bigirin. Lewre zimanê jinan zimanê aştiyê ye. Civaka ku jin xeyal dikin; ji bo jinan, mêran, zarokan, ciwanan, extiyar û hemû zindiyan jiyana wekhev dihewîne. Civaka Demokratîk civaka jinan e. Tevahiya destkeftiyên jinan e ku wan bi ked û berdêlên mezin bi dest xistine. Civakek e ku li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan têdikoşe. Civakek e ku keda jinan tê de nayê paşguhkirin, jin dibin mijara qadên hilberînê û wekheviya zayendî bingeh e. Civakek e ku tê de ziman, çand û baweriyên cuda bi azadî û wekhevî bi hev re dijîn. Civaka Demokratîk civaka gelan û jinan e.

CIVAKA DEMOKRATÎK CIVAKA JINAN E

Pêvajoya aştî û muzakereyê bi awayekî xwezayî dê pêvajoyeke nû ya hiqûqî bi xwe re bîne. Bi awayekî qanûnî naskirina gelê Kurd, Elewî û beşên civakî yên ku nasnameya wan hatiye paşguhkirin û wekheviya hiqûqî ji bo mayîndebûna pêvajoya aştiyê prensîbên pêwîst in. Ji bo rûbirûbûna êşên berê avakirina komîsyonan girîng e. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku di vê pêvajoya nû de divê hemû rêgezên qanûnî ji hêmanên zayendperest, neteweperest, olî û mîlîtarîst bên paqijkirin û li ser esasê wekheviya zayendî û feraseta azadiya jinan bê avakirin. Weke kesên ku ji roja ewil ve ev berpirsyarî girtine ser milê xwe, em bang li hemû desthilatdarî û pêkhateyên civakî dikin ku berpirsyariyên xwe yên ji bo aştiyê bi cih bînin û beşdarî têkoşîna aştiyê bibin.

 GAVÊN KU DIVÊ BÊNE AVÊTIN

*Divê demildest azadiya fîzîkî ya muzakerevanê sereke yê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê dayîn. Ji bo aştiya civakî divê şert û mercên xebatê yên azad bên afirandin.

*Divê komîsyona ku dê di bin banê Meclisê de bê avakirin, jinan wek kirde bibîne û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd xebatên bi bandor bimeşîne.

*Divê hebûn, nasname, çand û zimanê gelê Kurd bi destûra bingehîn were misogerkirin.

*Divê zimanê mêrperest, zayendperest, neteweperest û milîtarîst bê berdan û zimanê hevpar ê aştiyê bê afirandin.

*Divê di bin banê Meclisê de vesazkirinên qanûnî bên kirin ku pêşî li tundî û qetlîamên li ser jinan bê girtin. Divê di vê pêvajoyê de êrişên li ser maf û destkeftiyên jinan bên nîqaşkirin û ji bo bidawîkirina van êrişan xebat bên destpêkirin.

*Em ê qebûl nekin ku hilbijartiyên ku bi îradeya gel li ser esasê demokrasiyê hatine hilbijartin, ji peywirên xwe bên dûrxistin. Divê qeyûmên ku encama siyaseta şer in, demildest bên vegerandin. Şaredariyên Êlih, Dêrsim, Colemêrg, Mêrdîn, Xelfetî, Wan, Sêrt, Miks, Qaqizman û Akdenîzê ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dihatin birêvebirin, divê demildest radestî jinan bên kirin.”

ÎNSIYATÎFA PÊWISTIYA ME BI AŞTIYÊ HEYE: ÊDÎ BES E 

Piştre li ser navê Însiyatîfa Pêwistiya Me bi Aştiyê Heye Selîn Top axivî û wiha got: “Em îro ji bo xeyala xwe ya civaka azad li vir kom bûne. Em hatin ku bersivê bidin banga ji Amedê hatiye kirin. Di demên dawî de bi dehan jinên rêxistinkirî û bê rêxistin hatin cem hev û ji bo hewcedariya aştiyê bînin rojevê got ‘Pêwîstiya min bi aştiyê heye’. Me ev şer û pêkanînên serdestiya mêr bi awayekî herî kûr jiyan. Di tevahiya dîrokê de em dibînin ku jin her tim ji bo aştiyê têkoşiyane. Em ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet li ber xwe didin. Ji ber ku yên herî zêde pêwîstiya wan bi aştiyê heye jin in. Dema ku şer sermayeyê berfireh dike, serdestiya mêr xurt dike. Ji ber ku dewleta şerxwaz bi polîtîkayên xizanî û ewlekariyê re tevahiya civakê di bin zordariyê de dihêle. Ya ku me bi dehan salan dît, şîdet, mirin û talan e. Bi salan e em bi hev re bang dikin: Edî besê.’

‘EM Ê BI HEV RE CÎHANEKE AZAD Û WEKHEV AVA BIKIN’                                                                                                                                                               

Selîn Top axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha dewlet behsa xwîşk û biratiyê dike. Em dipirsin: Gelo em ê karibin bi civakeke demokratîk re bijîn? Gelo Kurd dê bikarin bibin hemwelatiyên wekhev? PKK’ê xwe fesîx kir, lê dewlet wê gavê biavêje? Divê êdî siyaset nebe sûc. Di vê çarçoveyê de divê zagonên wekî TMK’ê bên rakirin û girtiyên siyasî serbest bên berdan. Divê operasyonên leşkerî tavilê bên rawestandin. Divê qayûman paşve vekişînin. Divê şaredariyên hatine desteserkirin li xwediyên xwe yên rastîn bên vegerandin. Di vê pêvajoyê de ji bo aştî û cîhaneke wekhev û demokratîk em têkoşîna xwe didomînin. Em ê bi hev re cîhaneke wekhev û azad ava bikin.” 
         

        

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzer Bîlen: Desteyên Çavdêrî û Îdareyê divê bêne rakirin
Nûçeya Pişt re Li Zanîngeha Kobanê panelek li ser banga Rêber Apo hat dayîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Şoreşger ê Kantona Firatê banga seferberiyê

Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cînayeta kar: 2 karkerên din jî jiyana xwe ji dest dan

Li Rihayê ji 5 karkerên ku ji bin kavila înşaetê hatin derxistin, 2 karker jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Başûrê Lubnanê endamên El Fetîhê çekên xwe radestî artêşê kirin

Li Kampa Penaberan a Raşîdiye ya li başûrê Lubnanê, komên çekdar ên ser bi tevgera…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?