Par 27’ê Sibatê bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re li Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya diyalogê destpê kir. Heman piştî vê banga ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk gavên girîng hatin avêtin. Salek di ser van gavan re derbas bûn, lê hîn jî di mijara misogeriya destûra bingehînî û aştiya mayinde de gav ji aliyê dewletê ve nehatiye avêtin. Ev yek jî bûye sedem ku gel li samîmiyeta rayedaran bipirse. Akademîsyen û siyasetmedar Ahmet Yildirim li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê rastiya dîrokî li ber çavan bê girtin û îradeyeke xurt a siyasî bê nîşandan. Yildirim ragihand ku çareseriyeke mayinde jî tenê bi rêya diyalog û muzakereyê dikare bibe.
Ahmet Yildirim ku şahidî ji pêvajoya çareseriyê ya navbera salên 2013-2015’an re kir, ev pêvajo ne weke pêvajoya çareseriyê, lê weke pêvajoya “diyalogê” nirxand. Yildirim diyar kir ku têkildarî pirsgirêkan beriya niha gelek rêbaz hatin ceribandin û işaret bi piştperdeya dîrokî ya van pirsgirêkan kir.
Yildirim ragihand ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên dîrokî gelek caran li ser bûyerên rojane têne nirxandin, ev nêzîkatî rexne kir û got, “Niha li Tirkiyeyê nexweşiya herî mezin ji bo elîtên desthilatdariyê û siyaseta muxalefetê ew e ku li ser bûyerên rojane nêzî pirsgirêkên dîrokî dibin û dinirxînin. Bêguman ji 19’ê Adara 2025’an û vir ve li ser CHP zexteke operasyonî heye. Lê belê bi hincetkirina van operasyonên ku kes ji me qebûl nake tê wê wateyê ku meseleyeke sed salî di nava bûyerên rojane de bê asêkirin û nirxandin. Eger hêzên serwer nirxandineke bi vî rengî bikin heta astekê dikare bê fêhmkirin, lê belê nêzîkatiyeke bi vî rengî ya siyaseta muxalefetê nayê fêhmkirin.”
‘GAVÊN NAYÊN AVÊTIN DIBIN SEDEMA ZÊDEBÛNA FIKARAN’
Yildirim işaret bi newekheviya hevsengiya aliyan a li ser rêveçûna pêvajoyê kir û got, “Di sala destpêkê de aliyekî gavên gelekî bi pêş ve avêt. Li hemberî vê îradeyê, dewletê gaveke bi tenê jî neavêt. Bêguman ev yek dibe sedem ku gel bi guman nêzî pêvajoyê bibe, li samîmiyetê bipirse û fikarên cidî yên li ser pêvajoyê yên ji ber desthilatdariyê zêde bibe.”
‘DI MESELEYA BINGEHÎN DE CUDAHÎ NÎNE’
Yildirim li sera aktorên pêvajoyê nirxandin kir û got, “Nabe ku Bahçelî tenê ji ber hin gotinên xwe yên xîtabî hestên Kurdan dike, ji Erdogan cuda bê dîtin. Ne karê Kurdan û siyasetmedarên Kurd e ku yekî ji wan baş yek jî nebaş îlan bike. Em bi rengekî giştî nêzîk dibin. Hêzên serwer hene ku vî welatî bi rê ve dibin û sedemên dîrokî yên meseleya Kurd a sed salî hene.
Di vir de dikarim qala çar aktoran bikim ku derdikevin pêş: Recep Tayyîp Erdogan, Nûman Kûrtûlmûş, Hakan Fîdan û Devlet Bahçelî. Dikarim bibêjim ku du ji van hinekî nerm e. Bahçelî û Kûrtûlmûş. Lê belê Fîdan û Erdogan dem bi dem gotinên hişk dibêjin. Lê belê di nêzîkatiya li meseleya bingehîn de cudahiyeke wan nîne. Tenê her kes li cihê lê ye wezîfeya xwe pêk tîne.”
Ahmet Yildirim li ser pêvajoya Îmraliyê jî ev nirxandin kir: “Birêz Ocalan 27 sal in li Girava Îmraliyê girtiyekî siyasî ye. Ji bo karibe têkiliyê bi cîhana derve re dîne pêwîstî bi pêvajoyeke bi vî rengî jî tine bû. Ev pêvajo nebe jî, bi dîtina min mafên wî yên divê bêne naskirin, nehatine naskirin. Di vir de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye ku gotinên me piştrast dike. Niha pêvajoyek heye û aktorê sereke yê aliyekî pêvajoyê heye. Girîngiya wî ji aliyê rêveberên dewlet û hikumetê bi xwe ve tê bilêvkirin. Di mijara beralîkirina çekê û tundiyê de rola wî ne cihê nîqaşê ye. Ji ber ku ji bilî Birêz Ocalan kesekî din nîne ku çîroka bikaranîna çekê û tundiyê ya tevgera Kurd bi dawî bike. Li gel vê yekê jî dewletê derfet nedaye wî ku karibe vê rola xwe bi cih bîne ku ev yek jî rewşeke îronîk e û nayê qebûlkirin.”
‘JI BO ÇARESERIYÊ ÎRADEYA SIYASÎ ŞERT E
Yildirim çareseriya meseleya Kurd nirxand û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Meseleya Kurd bi rastî jî birîneke 100 salî ya vî welatî ye. Ev birîn divê bi rengekî welê bê pêçandin û tedawîkirin ku careke din der nebe. Armanca bingehîn naskirina mafên kolektîf ên civakî ye. Baş e, 1,5 sal in li gogrî vê dîrokîbûna meseleyê nêzîkatiyek hate nîşandan? Me heta niha nedît. Ev jî paradokseke cidî yıe. Em bersiveke yekser bidin pirsa, wê çawa çareser bibe: Divê Birêz Erdogan îradeya ku heta niha nîşan nedaye nîşan bide. Ez îdîa nakim ku tiştek nehatiye kirin. Lê belê ji bo serketina pêvajoyê îradeya ku pêwîste nehatiye nîşandan. Bêguman rageşiya navbera Îran, Îsraîl û Emerîkayê, yan jî neteweperestiya li Tirkiyeyê weke hincet dikare bê nîşandan. Lê belê maqûl û rasyonel nîne ku ev hincet li pêşiya çareseriya meseleyeke 100 salî bê danîn. Bi dîtina min divê gava bingehîn bê avêtin, îradeya çareseriyê bê nîşandan. Dubare bikim: Eger di vê pêvajoyê de samîmiyeta herdu aliyan hebe wê pêvajo bi lez û di asta tê xwestin de bi pêş ve biçe.”

