Daxuyaniya Mesrûr Barzanî ji aliyê Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate parvekirin.
Mesrûr Barzanî, bal kişand metirsiya li ser jiyana sivîlan û got, “Bûyerên li Helebê û hedefgirtina Kurdan a ji bo guhertina demografiya herêmê û çêkirina gefê li ser jiyana sivîlan, berpirsên Şamê û wijdanê civaka navneteweyî dixe bin pirsyarê.”
Barzanî diyar kir ku êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê wan dixe nava fikarên mezin û got, “Şer û tundî bi awayekî bingehîn tu pirsgirêk çareser nakin. Divê tu hincet rê nede qirkirina nijadî.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, her wiha bang li hemû aliyan kir ku ‘berpirsyariyê bigirin, jiyana sivîlan biparêzin û ji bo çareseriyê tevlî diyalogê bibin’ kir.
Barzanî anî ziman ku ew hêvîdar in avasaziya rêveberiya niha ya Sûriyeyê, ji bo hemû gelê Sûriyeyê di asta berpirsyariya rêveberiyeke demokrat û yekgirtî de tevbigere.

