Yekşem, 6 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan car din bûn hevserok

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em Tevgera Komara Demokratîk didin destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Di asta nû de siyaset bi amûrên berê nayê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG û DFG: Di dema pêş de wezîfeya me ew e ku bibe dengê civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev rê ne tenê ya ODTU’yê, her wiha Enqereyê bi temamî eleqedar dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Avci: Dema ku dibêje ‘Divê bê kirin’ êdî qediya ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    36 ciwanên Kurd ji Lîbyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sinê di encama teqîna tankerekê petrolê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê banga pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê kelpîçên betonî li dijî sîlueta dîrokî û çanda cîrantiyê bilind dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê şehadeta şervanê enternasyonalîst ê Fransî Zinar Koçer ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyên serbest hatine berdan
Rojane

Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyên serbest hatine berdan

Çalakvanên beşdarî "Meşa Mezin a Azadiyê" bûn, girtiyên 30 salî yên ku herî dawî ji zindana Îdirê hatin berdan ziyaret kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çalakvanên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dest bi “Meşa Mezin a Azadiyê” kirin, çûn serdana Mehmet Çengel, Mehmet Emîn Akkuş û Mustafa Okçu ên 30 salan di girtîgehê de man.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan çû serdana Mehmet Çengel ê 5 roj berê ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê hat berdan û li Taxa Karahanê ya li navenda bajêr dimîne. Parlamenter Newroz Uysal têkildarî armanca meşê agahî da û got, “Birêz Abdullah Ocalan gotibû yên ku ji min fêm dikin hevalên girtî ne.”

Newroz Uysal der barê kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” agahî da û got, “Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan li her derê cîhanê têkoşînek hatiye destpêkirin. Me piştî gelek çalakî û xwepêşandanên cuda dest bi Meşa Azadiyê kir. Ji bo berfirehkirina pêngava ku hatiye destpêkirin çi ji destê me bê em ê bikin. Em ji du aliyan ve ber bi Amarayê ve dimeşin. Em 75 kes in, lê her ku diçe em bi beşdariya gel dimeşin. Em li her cihê ku em derbas dibin armanca meşa xwe vedibêjin. Tenê daxwazek me heye ew jî azadiya birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd e.”

‘JI BO AZADIYÊ ÇI JI DESTÊN ME BÊ DIVÊ EM BIKIN’

Piştre jî girtiyên serbest hatin berdan mafê axaftinê girtin.

Girtiyê 30 salî Mehmet Çengel ku 5 roj berê hat berdan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan her tiştî dike û got, “Pêwîste em birêz Ocalan biparêzin. Ji bo azadiya wî çi ji destê me tê divê em bikin. Di çarçoveya pêngavê de li girtîgehan grevên birçîbûnê yên dorveger berdewam dikin. Em berxwedana wan jî silav dikin. Hûn parlamenter bi tena serê xwe nikarin tiştekî bikin, pêwîste em jî wek gel bi we re bin. Bi girtinan nikarin çavên gel bitirsînin.”

‘AZADÎ PIR NÊZÎK E’

Girtiyê 30 salî Mehmet Okçul ku mehek berê hat berdan jî wiha got: “Li ser Birêz Ocalan tecrîdeke dijmirovahî tê meşandin. Bi hezaran hevalên me di zindanan de ne. Heta ku birêz Ocalan û bi hezaran girtî di zindanan de bin, em nikarin xwe azad bi nav bikin. Îro bi hezaran hevalên me li zindanan di berxwedanê de ne. Divê em li derve dengê girtiyan bidin bihîstin. Ji berxwedanê pê ve tu tişt nikare tecrîdê bişkîne. Divê em her tiştî li ser milê hevalên xwe yên girtîgehê nehêlin. Em bi hêvî ne, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan nêzîk bûye. Divê em xwe bigihînin azadiyê. Azadî pir nêzîk e, ger em xwe bigihînin  em ê bi dest bixin.”

‘EM RÊXISTINEKE TÊKOŞÎNÊ NE’

Girtiyê 30 salî Mehmet Emîn Akkuş ê 6 meh berê hat berdan jî got, “Em rêxistineke têkoşînê ne. Weke rêxistineke têkoşînê em civaka hevrêyan e. Fikr û pîvanên hevpar hene ku dihêle em li vir bi hev re bin. Di vî warî de hevrêtiya we û bi hev re bûn birûmet e. Em hemû armanca meşê dizanin. Ez hestên hevalên xwe parve dikim. Di vê pêvajoyê de, peywira me ya yekem ew e ku çi ji destê me tê em ê bikin. Di meşê de ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim.”

Serdan bi sohbet û nêrînên meşvanan bi girtiyên 30 salî re bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎDIR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlise ya 61 salî serlêdan hat kirin
Nûçeya Pişt re Li Girtîgeha Jinan a Şakranê serdegirtina qawîşan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya hikumeta demkî serdana Midûriyeta Qadên Petrolê kir

Şandeya hikumeta Şamê ya demkî di çarçoveya Peymana 30'ê Çileyê de li Rimêlanê serdana Midûriyeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Lîbyayê Seyfulîslam ê kurê Kaddafî hate kuştin

Seyfulîslam Kaddafi yê kurê serokê berê yê Lîbyayê Muammer Kaddafî li bajarê Zenten ê rojavayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Donald Trump çima çav berdaye Gronlandê?

Gronland ku girava herî mezin a cîhanê ye, bi qeşayên xwe yên dihelin û çavkaniyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan car din bûn hevserok

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Em Tevgera Komara Demokratîk didin destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Di asta nû de siyaset bi amûrên berê nayê meşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MKG û DFG: Di dema pêş de wezîfeya me ew e ku bibe dengê civaka demokratîk

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?