Yekşem, 22 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersim tayînkirina qeyûman di salvegera duyemîn de hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê çû Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER: Ji bo aştiyê divê binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Emrê me saetek jî bimîne em ê ji bo aştiyê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK’ê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Rojhilat eşkere kir: Şehîd pisûlaya me ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Koçberî, xizanî û tundî: Şerê bêdawî yê li dijî jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizaniya jinan kûrtir dibe: Di serlêdanên DÎKASUM’ê de daxwaza piştgiriya aborî di rêza yekem de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar di komînan de xwe bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 9 jinên ku ji bo meşa 25’ê Mijdarê bang kirin, hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meşvanên azadiyê Mehmet Sîncar bi bîr anîn
Rojane

Meşvanên azadiyê Mehmet Sîncar bi bîr anîn

Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çalakiya xwe berdewam dikin, siyasetmedarê Kurd Mehmet Sîncar ê li Êlihê hat qetilkirin, bibîr anîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi tevlibûna siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hatibû destpêkirin dewam dike. Yek ji baskê meşê yê Qersê, li Êlihê parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar ê di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin, li cihê ku hatî qetilkirin bibîr anîn.

Çalakiya bîranînê li kolana Elma ya taxa Çarşiyê pêk hat. Di bîranînê de parlamenterê berê yê DEP’ê Nîzamettîn Toguç ê di heman êrîşê de birîndar bûbû jî amade bû.

Di bîranînê de meşvan û kesên bi wan re wêneyên Mehmet Sîncar û siyasetmedarên Kurd ên hatin qetikirin Habîp Kiliç û Metîn Ozdemîr hilgirtin.

Li vir parlementera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan axivî û got, “Dîroka Komarê bi komkujî, asîmîlasyon û înkarê tijî ye. Yên ku siyaseta demokratîk dimeşînin hatin qetilkirin û avêtin zîndanan. Kujer nehatin cezakirin, hatin xelatkirin. Doza Mehmet Sîncar bi hinceta demboriyê li ser refikên bi toz hate danîn. Em dizanin kiryar kî ne. Ji bo ku careke din siyasetmedar û ciwanên me neyên qetilkirin, em dimeşin.”

Newroz Ûysal Aslan wiha berdewam kir, “Di şexsê Mehmet Sîncar de bila sozek me ji bo hemû hevrêyên me yên hatine qetilkirin hebe; Heta ku kujerên hemû hevrêyên me yên hatine qetilkirin neyên cezakirin, heta ku pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk çareser nebe, ev meş wê bidome. Ev meş meşa Mehmet Sîncar, Mehmet Ozdemîr, Vedat Aydin û Mûsa Anter e. Têkoşîna wan rêya me ronî dike. Heta ku Birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe, dê ev meş berdewam bike”

Nîzamettîn Toguç jî wiha axivî, “Mehmet Sîncar, çavê xwe veke û bibîne; hevrêyên te, meşvanên azadiyê li vir in. Îro ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan meşek heye. Birêz Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye. Heta ku azad dibe, divê em têkoşînê bidomînin. Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin ji bo Kurdan xeta sor e. Heta ku Birêz Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, divê çalakî dewam bikin. Azadiya Birêz Ocalan azadiya gelê Kurd e.”

Di bîranînê de li cihê ku Sîncar hatibû qetilkirin qurnefîl hatin danîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyên PKK û PAJK’î: Piştî hilbijartinan em ê berxwedana xwe bigihînin qonaxeke nû
Nûçeya Pişt re Meşvan li Xana Axparê ne: Em xwedî li berxwedanê derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pisporê NY’ê Îran bi qirkirinê sûcdar kir, Îranê ev yek red kir û şermezar kir

Pisporekî NY’ê Îran bi qirkirinê sûcdar kir. Hikûmeta Îranê jî ev yek şermezar kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di coşa 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dersimê li hemberî madenê meşek hate lidarxistin

Di Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê de li hemberî madeneke ku tê xwestin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Dersim tayînkirina qeyûman di salvegera duyemîn de hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê çû Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TUHAY-DER: Ji bo aştiyê divê binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?