Milîsên Ekîn Ceren Dogrûak ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan daxuyaniyek da û diyar kir ku li sê bajaran çalakî kirine. Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan bi vî rengî ne:
“Destpêkê di şeva 29’ê Çileyê de milîsên me li Edeneyê ketin nava liv û tevgerê. Li Şakîrpaşayê li hemberî TOMA û wesayitên zirxî yên polîsan bi molotof û bombeyan çalakî hate kirin. Bi bombeyan derb li wesayita zirxê hate xistin.
Milîsên me 1’ê Sibatê li Dîlokê ketin nava liv û tevgerê. Saet di 16’an de me li hemberî avahiya Tapû Kadastro çalakiya sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de beşa arşîvê ya li qatê banê yê avahiyê bi temamî şewitî.
Her wiha di sibeha 1’ê Sibatê de me li Îzmîrê çalakî kirin. Li Kemeraltiyê kargeheke piştevanekî desthilatdariya faşîst bi çalakiya sabotajê bi temamî hate îmhakirin.”