Milîsên Partîzan Amed ên HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Milîsên me çalakiyên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap, Avaşîn, Metîna û Amediyê di şert û mercên herî zehmet de lidar dixin, silav kirin û li Mêrsîn û Stenbolê li dijî çavkaniyên ekonomîk ên dijmin çalakî lidar xistin.”
Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyên sabotajê ev agahî hatin dayîn:
“20’ê Çileyê me li Uskudar/Stenbolê li dijî otoparkekî çalakiya sabotajê kir. Di encama çalakiya me de gelek wesayîtan zirar dîtin.
21’ê Çileyê jî li Tarsûs/Mêrsînê me li dijî TIR’ekî çalakiya sabotajê kir. Me bi madeyên şewatê TIR hedef girt. Li ser rêya bejahî ya Tarsûs/Pozantiyê wesayîtên ku li TIR’ê hatîn barkirin, bi agir ketin. Di demekî kurt de wesayît bûn xwelî.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku milîs bi rengekî serketî ji qada çalakiyê vegeriyane cihên xwe.