Milîsên HBDH’yê yên Sînan Dersîm daxuyaniyek weşandin û gotin, “Nobedarê dewletê yê AKP’ê ku 17’ê Nîsanê saet di 23.00’an de dema li Beyoglûyê ji wesayîta xwe dadiket û dixwest biçûya midûriyeta polîsan bû hedefa hêzên me û di encamê de bi giranî birîndar bû.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Pergala nobedariyê weke hêzeke paramîlîter a rasterast girêdayî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo kontrolkirina civakê li taxan hatiye avakirin. Ev pergal ku ji endamên AKP-MHP’ê pêk tê, ji destpêkê ve hedefa milîsên me ye.”
Milîsên HBDH’ê ev hişyarî dan: “Em van nobedarên bi pere yên dewleta faşîst hişyar dikin ku li aliyekî weke nobedarên exlaqî tevdigerin, li aliyê din jî bi kiryarên kêfî êşkenceyê dikin û mirovan dikujin. Kolan û kuçeyên ku hûn lê digerin, qereqolên ku hûn tê de disekinin û rejîma faşîst a ku hûn pê bawer in wê nikaribin we ji hêrsa milîsên me biparêzin. Ji ber sûcên ku hûn li gel dikin, em ê hesab ji we bipirsin. Hûn ê her tim û li her derê bibin hedefa guleyên me.”