Milîsên Sema Yuce yên KBDH’ê ragihandin ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û bîranîna şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li Bûrsayê agir berdan ‘cihên faşîstan’.
Li gorî daxuyaniyê, 4’ê Cotmehê li kolana Çîgdem Sokak a li Herêma Pîşesaziya Organîzeyî ya Demîrtaş a li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê beşa qumaş a febrîqeya tekstîlê ya ENA’yê hate şewitandin, di encamê de depo û hin beşên febrîqeyê zerareke mezin dîtin.
Hate ragihandin ku 28’êr Îlonê li taxa Sakarya ya navçeya Osmaniyê wesayiteke luks a ‘faşîstekî’ hate şewitandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, 28’ê Îlonê li taxa Altinova ya navçeya Osmangazî ya Bûrsayê febrîqeya Palet hate şewitandin.