Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker Peymana Medîneyê bi bîr xist û anî ziman ku piştî dewlet bûn desthilatdar Emewî, Abbasî û Sûltaniya Osmanî derketin holê û ev peyman hate betalkirin.
Mîrxan Karker ji ANF’ê re aliyên civakî û komunal ên Îslamê nirxand. Mîrxan Karker diyar kir ku Rêber Apo careke din komun xist rojevê û anî ziman ku di dîrokê de şerê destpêkê ne di navbera çînan de, lê di navbera komun û dewletê de destpê kir. Karker anî ziman ku Hz. Mûhammed di dema xwe de komunparêzek bû û got, “Ew şoreşgerekî mezin e, lê belê şoreşa wî dewam nekir. Bingeha Îslama Demokratîk komun e.”
ŞÎROVEKIRINA HIŞK A ÎSLAMÊ
Mîrxan Karker destnîşan kir ku li gel aliyê komunal ê Îslamê jî hin derdorên oryantalîst ji aliyê nêrîna Îslamê ya li mafên jinê û mirovan û nêrîna cîhanê ve bi rengekî hişk şîrove kirin û li pêşiya demokrasiyê weke astengî danîn. Karker ragihand ku piştî Yekîtiya Sowyetan belav bû, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) pêwîstî bi dijminekî nû dît, bi vî rengî li Rojhilata Navîn Îslama radîkal derkete pêş û îdîa kir ku sîstemê li ser bingeha van teoriyan hewl da hebûna xwe dewam bike. Karker diyar kir ku di mînaka Rojhilata Navîn de hin cîhadîstên weke Seyyîd Kûtûb hin ayetên li Quranê weke mînak nîşan dan û gotin, ‘Yên ku fermana Xwedê bi cih nînin kafir in’, di vê rêyê de nagihêjin demokrasiyê û ew xîlafet an jî dîktatoriyê dixwazin. Karker anî ziman ku alimên wê sedsalê jî li gorî demokrasiyê têgehên Îslamî afirandin û gotin, fermanên heyî di navbera Xwedê û mirov de ye, demokrasî jî di navbera mirov û mirov de dikare pêk were.”
EMEWÎ, ABBASÎ, OSMANÎ
Mîrxan Karker bi bîr xist ku alimên Kurd Hz Mûhammed berî û piştî pêxemberiyê bê guneh nirxandin û got, “Ev rewş şaş nîne. Bawerî li ser çandeke bi vî rengî ava bûye. Di hadîseyan de mînakên we hene. Ev yek aliyê demokratîk û komunal ên Hz. Mûhammed nîşan dide. Wî got, ‘Em mazlûman li hemberî zaliman biparêzin’, lehengên herêmê li hev kom bûn û peymanek îmze kirin. Di vê peymanê de gotin, ‘Heta ku mafê mazlûman bi dest bixin em ê yek bin, di aboriyê de em ê wekheviyê pêk bînin’. Rêber Apo jî herî zêde Peymana Medîneyê dinirxîne. Di wê peymanê de Hz. Mûhammed Yahûdî û Misilmanan weke ummetekê pênase dike. Ev yek xaleke gelekî girîng e. Piştre dewlet bûn desthilat; Emewî, Abbasî, Osmanî derketin holê. Wan ev peyman betal kirin.
DEWAMA ŞERÊ DÎROKÎ
Piştî demekê şerê Yahûdî-Ereban destpê kir. Qebîleya Benî Kurayza hate qirkirin. Yahûdî ber bi Hayberê ve hatin sirgûnkirin. Şerê ku îro li Xezeyê diqewime, bi esasî xwe dispêre vî şerê dîrokî. Ji ber vê yekê Rêber Apo li dijî mejiyê netewe dewletperestiyê paradîgmaya Neteweya Demokratîk xist rojevê. Herî dawî têkildarî Peymana Îbrahîm nirxandin kir. Netewe dewlet û Îslamiyên radîkal îro Fîlîstîn xistin nava êgir û berê xwe ji gelê Fîlîstînê zîvirandin.
YÊN KU JI BO NEBAŞIYÊ BI KAR TÎNIN DIVÊ BÊNE TEŞHÎRKIRIN
Alimên zane divê li ser nirxandinên Rêber Apo bixebitin, yên ku Îslamiyetê ji bo nebaşiyê bi kar tînin teşhîr bikin. Ew her tiştî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Mirovên bêguneh dixin nava êgir. Halbûkî Peymana Medîneyê Yahûdî û Misilman weke ummetekê didît. Rêber Apo vê yekê bi feraseta neteweya demokratîk şîrove dike. Dibêje, ‘Eger civak hevdu nas neke, ev agir venamire’. Ev felsefe û fikir divê li nava civakê bê belavkirin.”