Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) derbarê girtina şîrketa Kompanya Gizingî Berbeyan Medya Produksiyonê ku li bajarê Silêmaniyê ji bo Jin TV’yê bernameyan çêdikir û xebatkarên wê hemû jin bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi hevkariya hêzên asayîşê, hikûmeta navendî ya Iraqê, hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û saziyên ewlehiyê yên herêmê di 31’ê kanûnê roja dawîn a salê da bêyî ku sedema qanûnî were destnîşankirin û agahdarkirineke fermî bê kirin şirket hat girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şîrketa ku 7 sal in li herêmê xebatên xwe dimeşîne bûye dengê jinan û ev tişt hatin gotin: “Şîrket ji bo JIN TV ku yekem televîzyona jinan e bernameyan çêdike. Produksiyonê ji Hewlêrê heta Silêmaniyê, ji Kelarê heta Duhokê û li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê gihîşt jinan û rastiya jinên ku tên şewitandin aşkera kir. Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bi girtina şîrketa hilberînê dixwazin rê li ber derxistina holê ya rastiyan bigirin. Em wek MKG careke din piştgiriya xwe ji bo şîrketa hilberîna Kompanya Gizingê Berbeyan radigihînin û bang li rayedaran dikin ku di zûtirîn dem de ji vê biryarê gav paşde bavêjin. Hûn nikarin dengê rojnamevanên jin qut bikin. Ji Gurbetelliyan heta Gulistanan, ji Denîzan heta Hêro û Cîhanan têkoşîna me ya heqîqetê dewam kiriye, dewam dike û wê dewam bike.”