Di demekê de ku nîqaşên li ser çareseriyeke demokratîk û mayînde ji bo pirsgirêka Kurd berdewam dikin, ezmûnên civakên pirnasnameyî yên welatên cuda pir caran tên destgirtin. Di van nîqaşan de yek ji mînakên ku herî zêde serî lê tê danîn Swîsre ye. Hêza civakên ku bi zimanên cuda diaxivin, ji mezhebên cuda ne û xwedî nasnameyên herêmî yên xurt in ku dikarin gelek salan di bin heman banê siyasî de bi hev re bijîn, Swîsreyê ne tenê li Ewropayê, di heman demê de li seranserê cîhanê jî dike yek ji modelên siyasî yên herî balkêş.
Lê belê tişta ku Swîsreyê balkêş dike ne tenê ji ber ku dewleteke federal e. Li cîhanê gelek dewletên federal ên wekî Elmanya, Avusturya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Kanada û Belçîkayê hene. Taybetmendiya bingehîn a ku Swîsreyê ji van welatan cuda dike ev e ku federalîzmê bi demokrasiya rasterast, rêveberiyên herêmî yên xurt, çanda siyasî ya li ser bingeha lihevkirinê û dabeşkirina destûrî ya hêzê re kiriye yek. Ji ber vê yekê, di wêjeya zanista siyasî de Swîsre piraniya caran ne tenê wekî mînaka dewleteke federal, di heman demê de wekî yek ji pratîkên herî serkeftî yên “demokrasiya konsensûsê” tê nirxandin.
Îro li Swîsreyê çar zimanên fermî tên axaftin; kevneşopiyên olî yên cuda û nasnameyên herêmî yên xurt di bin heman pergala destûrî de hebûna xwe berdewam dikin. Tevî vê yekê jî welat di nav démokrasiyên herî aram ên Ewropayê de tê nîşandan. Ev rewş ne ji ber tunekirina temamî ya cudahiyan e; ji ber rêvebirina wan a hevpar e bi rêya mekanîzmayên siyasî û destûrî.
Avahiya îro ya Swîsreyê ne bi xwezayî derketaye holê. Yekîtiya ku di Serdema Navîn de wekî tifaqeke parastinê ya sist dest pê kiribû, di encama şerên navxweyî, şerên olî, qeyranên destûrî û lihevkirinên siyasî yên bi sedsalan de veguhast modela dewleta federal a îro. Bi îfadeyeke din, serkeftina Swîsreyê ne li ser tunekirina cudahiyan, li ser misogerkirina sazîtî ya van cudahiyan hatiye avakirin.
Ev dosye pêşketina dîrokî ya avahiya pirnasnameyî ya Swîsreyê û taybetmendiyên bingehîn ên modela dewleta federal digire dest. Di beşa yekem de paşxaneya dîrokî ya federalîzmê hate lêkolînkirin, di vê beşê de jî dê mijarên dabeşkirina hêzê, kanton xwedî kîjan raye ne, Meclîsa Federal û Konseya Federal çawa dixebitin û mekanîzmayên demokrasiya rasterast çawa rê li pergala siyasî vedikin, werin destgirtin. Armanca me ne pesandina Swîsreyê ye an jî pêşkêşkirina wê wekî modeleke ku rasterast dikare li welatên din bê sepandin e; armanca me ew e ku em bi perspektîfeke daneberhev lêkolîn bikin ka nasnameyên civakî yên cuda bi rêya mekanîzmayên destûrî û demokratîk çawa dikarin bi hev re werin rêvebirin.
3 TEBEQEYÊN DEWLETA FEDERAL Û DABEŞKIRINA HÊZÊ
Li Swîsreyê pergal ji avahiya klasik a navendî gelekî cuda ye. Rêxistina siyasî ya welêt li ser sê astên rêveberiyê yên ku temamkerê hev in û xwedî hêzên destûrî yên cuda ne rawestiyaye: Dewleta federal, 26 kanton û nêzîkî 2 hezar û 110 şaredarî. Her ast di qada xwe de serbixwe biryaran digire. Armanca vê sîstemê ew e ku biryar ji aliyê yekîneya herî nêzî welatiyan ve werin girtin.
Ev dabeşkirina hêzê misogeriya destûrî ye ku civakên xwedî ziman û olên cuda xwe di nav sîstemê de ewle bibînin. Ji ber ku kanton ne şaxên navendê ne; ew yekîneyên damezrîner ên dîrokî ne. Madeya sêyemîn a Destûra bingehîn a Swîsreyê, dibêje ku kanton serweriya xwe diparêzin, ji bilî wan qadên ku radestî dewleta federal kirine. Ev jî federalîzma “ji xwarê ber bi jor ve” ye; rêveberin pêşî di destê kantonan de ye, dewleta federal tenê li gorî pêdiviyên hevpar erkên taybet digire ser xwe.
Di navbera van sînoran de hiyerarşiyeke teqez tune ye. Hikûmeta federal nikare midaxeleya perwerdehiya kantonê bike; kanton jî nikare bi tenê biryarê li ser siyaseta derve bide. Îro nêzîkî neh mîlyon mirov di vê pergalê de dijîn û ne tenê di hilbijartinên giştî de, di astên kanton û şaredariyan de jî biryaran digirin.
Bi giştî dabeşkirina erkan wiha ye:
Dewleta federal: Ji siyaseta derve, parastina neteweyî, siyaseta dravî, gumrik, binesaziya veguhastinê ya neteweyî, çarçoveya bingehîn a ewlehiya civakî û rêziknameyên destûrî yên ku li seranserê welêt eleqedar dikin berpirsiyar e.
Kanton: Di qadên wekî sîstema perwerdehiyê, plankirina xizmetên tenduristiyê, teşkilata polîsan, beşê mezin ê darazê, beşa girîng a siyasetên bacê û siyasetên çandî de xwedî rayeke berfireh in.
Şaredarî: Binesaziya herêmî, ava vexwarinê, kanalîzasyon, rêveberiya çopê, sepandinên îmarê, rêveberiya rojane ya dibistanên seretayî, xizmetên alîkariya civakî û xizmetên giştî yên herêmî birêve dibin.
KANTON: NE HERÊMÊN ÎDARÎ, ENDAMÊN DAMEZRÎNER ÊN DEWLETÊ NE
Taybetmendiya herî cuda ya sîstema federal a Swîsreyê ew e ku kanton ne tenê yekîneyên îdarî ne. Li gelek welatan eyalet an jî parêzgeh wekî dirêjahiya rêxistina herêmî ya rêveberiya navendî têne dîtin, lê li Swîsreyê kanton wekî civakên siyasî yên xwedî serweriya dîrokî tên qebûlkirin. Dewleta federal a nûjen an bi navekî din Konfederasyona Swîsreyê, bi îradeya hevpar a van kantonan hatiye avakirin; lewma kanton ne herêmên îdarî ne ku ji aliyê dewletê ve hatine çêkirin, wan bi xwe dewlet pêk anîne.
Swîsre îro ji 26 kantonan pêk tê. destûra her kantonê, parlamentoya ku ji aliyê gel ve tê hilbijartin, hikûmet û dadgehên wê yên cuda hene. Li gorî maddeya 51’an a Destûra bingehîn a Federal, divê her kanton destûreke ku li gorî prensîbên demokratîk be amade bike; lê belê ev destûr nabe bi destûra bingehîn a federal re dijber be. Ji bilî vê, kanton saziyên xwe yên siyasî, sîstemên hilbijartinê û avahiyên xwe yên îdarî bi piranî bixwe diyar dikin.
Hejmara endamên parlamentoyên kantonan li gorî nifûsê diguhere. Bi heman awayî hikûmetên kantonan jî ji aliyê gel ve rasterast tên hilbijartin û erka rêveberiyê bi awayekî kolektîf bi cih tînin. Ev rewş nîşan dide ku Swîsreyê ne tenê di asta federal de, di rêveberiyên kantonan de jî çandeke siyasî ya li ser bingeha dabeşkirina hêzê pêş xistiye.
Xweseriya darayî ya kanton jî, yek ji taybetmendiyên bingehîn ên federalîzma Swîsreyê ye. Her kanton dikare baca xwe ya dahatê diyar bike, budceya xwe amade bike û ewliyetên xwe yên derbarê xerckirinên giştî de bixwe diyar bike. Ji ber vê yekê li welat rêjeyên bacê ji kantonekê heta kantona din dikarin bi giranî biguherin. Ji bo rêgirtina li kûrboona newekheviyên aborî, di asta federal de mekanîzmayên hevsengiya darayî jî tên sepandin.
JI PERWERDEHIYÊ HETA EWLEHIYÊ RAYEDARÊN KANTONAN
Yek ji rêgezên herî balkêş ên sîstema federal a Swîsreyê ew e ku beşa mezin a xizmetên giştî ne ji aliyê hikûmeta navendî ve, ji aliyê kantonan ve tê birêvebirin. Dewleta federal di qadên wekî siyaseta derve, parastina neteweyî, siyaseta dravî û diyarikirina pîvanên hevpar ên li seranserê welêt de desthilatiyê bi kar tîne; lê belê perwerdehî, tenduristî, xizmetên polîsan, çand û beşek mezin a siyasetên bacê ku rasterast bandorê li jiyana rojane ya welatiyan dikin, di bin berpirsiyarî û desthilatiya kantonan de ne. Ev rewş, avahiya federal a Swîsreyê ne tenê dike tercîheke destûrî, di heman demê de vediguherîne modeleke rêveberiyê ku civakên cuda dikarin ewliyetên xwe yên civakî diyar bikin.
PERWERDEHÎ
Li Swîsreyê organîzasyona perwerdehiya mecbûrî di bin berpirsiyariya kantonan de ye. Her kanton qanûn, mufredat û sîstema dibistanên xwe bixwe diyar dike. Ji ber vê yekê, temenê destpêkirina dibistanê û bernameyên dersan ji kanton bo kantonê diguherin; ev rewş ji bo civakên cuda ku ziman û çanda xwe biparêzin amûreke girîng e. Dewleta federal di perwerdehiyê de bêtir erka hevahengiyê û rêveberiya zanîngehên teknîkî yên mezin digire ser xwe.
TENDURISTÎ
Sîstema tenduristiyê jî ji aliyê kantonan ve tê birêvebirin. Paşxaneya hiqûqî ya sîgortayê di asta federal de tê avakirin, lê plankirina nexweşxaneyan, xizmetên lezgîn û budce di bin kontrola kantonan de ne. Ev rewş dihêle ku her kanton li gorî pêdivî û ewliyetên xwe yên herêmî veberhênanên tenduristiyê organîze bike.
SÎSTEMA BACÊ
Li Swîsreyê ne tenê navend, kanton û şaredarî jî xwedî mafê kombilindkirina bacê ne. Kanton rêjeyên baca dahat û servetê bixwe diyar dikin, ku ev yek reqabeta aborî di navbera kantonan de tîne holê. Ji bo rêgirtina li newekheviya aborî jî bi sîstema NFA’yê ji kantonên dewlemend çavkanî ji bo kantonên din tên veguhastin.
PARASTIN U EWLEHÎ
Li welat teşkilateke polîsan a navendî tune ye; xizmetên asayîşê yên rojane di bin berpirsiyariya polîsên kantonan de ne. Rêxistina Fedpolê tenê bi sûcên navneteweyî û organîze re eleqedar dibe, lê parastina neteweyî û artêş bi temamî di bin desthilatiya dewleta federal de ne.
DABEŞKIRINA HÊZÊ
Ji bo ku desthilata siyasî di destê kesekî an saziyekê de neyê komkirin, modeleke li ser bingeha dabeşkirina hêzê hatî pejirandin. Desthilatiya qanûndanînê ji parlamentoya du-meclîsî re, desthilatiya rêveberiyê jî ji Konseya Federal a ji heft endaman pêk tê ku biryaran bi awayekî kolektîf digire re hatiye hiştin.
PARLAMENTOYA FEDERAL
Parlamentoya Federal a Swîsreyê ji du meclîsan pêk tê. Konseya Neteweyî û Konseya Dewletan. Ji bo ku yasa bikevin meriyetê divê her du meclîs jî heman tekstê qebûl bikin.
Konseya Neteweyî ji 200 endaman pêk tê û endam li gorî nifûsa kantonan tên diyarkirin. Ev meclîs bi awayekî rasterast nûnertiya gelê Swîsreyê dike.
Konseya Sewletê jî şaxa duyemîn a avaniya federal pêk tîne. Di vê meclîsa ku bi tevahî ji 46 endaman pêktê de her kantoneke tam li gel du nûnerna û şeş kantonên ku weke dîrokî di statuya nîv kantonê de ne jî li gel nûnerekî cih digire. Bi vî awayî nifûsa wan her çend jî be tevlîbûna ji pêvajoya qanûnçêkirinê ya kantonan tê misogerkirin.
Bi saya her du meclîsan li Swîsreyê bpergaleke qanûnçêkirinê ya bes xwe dispêre piraniyê nehatiye avakirin di heman demê de rê hatiye vekirin ku kanton jî di pêvajoyên biryardayînê de xwedîyê gotinê ne.
KONSEYA FEDERAL: LI ŞÛNA SEROKEKÎ RÊVEBERIYA KOLEKTÎF
Konseya Federal ku şaxa rêveberiya Swîsreyê ye, hikûmeteke kolektîf e ku ji heft endaman pêk tê. Endamên Konseya Federal ji aliyê Parlamentoya Federal ve ji bo çar salan tên hilbijartin û her endamek berpirsiyariya wezareteke federal a diyar digire ser xwe. Lê belê biryar ne bi takekesî li gel desteyan tên standin. Di navbera endamên konseyê de serweriya hiyerarşîk tune ye; hemû endam xwedî statuyeke wekhev in û di di biryarên hikûmetê de xwedî berpirsiyariya hevpar in.
Li Swîsreyê her sal endamekî ji Konseya Federal bi dorveger weke Serokê Konfederasyonê (Serokkomar) tê hilbijartin. Lê belê ev erk ji meqamê serokatiya dewletê ya gelek welatên din cudatir e. Serokkomaran li ser endamên din ên konseyê xwedî rayeyeke rêveberiyê ya taybet nîne; di pêvajoya biryarstandinê de bes di pozîsyona ‘’di navbera wekhevan de yekemîn’’ de ye.
Li Swîsreyê şaxa rêveberiyê, ji avaniyeke ku piraniyê bi tena serê xwe bi rê ve dibe wêdetir, weke modeleke rêveberiya kolektîf a xwe dispêre aktorên siyasî yên cuda heye. Ev avaniya Konseya Federal weke yek ji hêmanên ku »arvekirina hêzê ya Swîsreyê, desthilatdariya siyasî û prensîbên piraniyê sazî dike, tê nirxandin.
DEMOKRASIYA RASTERAST: ÇIMA GOTINA DAWÎN A GEL E?
Yek ji taybetmendiya girîng a pergala siyasî ya Swîsreyê ya di dewletên federalên din cuda dike ew e ku welatî bes ne serdemên hilbijartinan de di heman demê de di hemû qonaxên pêvajoya qanûnçêkirinê de bi awayekî rasterast beşdarî mekanîzmayên biryarstandinê dibin. Her çend parlamento yasayan amade bike jî di gelek mijaran de biryara dawîn dîsa ji aliyê gel ve tê standin.
Li Swîsreyê amûrên sereke yên demokrasiya rasterast referandûmû hewldanên gel pêk tînin. Yasayeke ku ji aliyê Parlamentoya Federal ve tê qebûlkirin, dikare li gel hejmareke diyar li ser daxwaza hilbijêran biçe referandûmê. Bi saya vê mekanîzmayê welatî xwedî maf in ku biryarên ji aliyê parlamentoyê ve hatine standin, red bikin yan jî erê bikin. Li hemberî vê yekê mijarên weke guhertinên qanûna bingehîn û endamtiya ji rêxistinên navneteweyî re ên avaniya sereke ya dewletê eleqedar dikin, girêdayî referandûmeke neçar in. Ji bo ku guhertinên bi vî rengî bikevin meriyetê bes ne erêkirina piraniya gel di heman demê de erêkirina piraniya kantonan jî hewce ye.
Yek ji sepana balkêş a modela Swîsreyê jî mekanîzmaya hewla gel e. Welatiyên ku hejmareke îmzeyan a têrê dike (sed hezar) berhev dikin, dikarin daxwaza guherîna Qanûna Bingehîn a Federal bikin û bi awayekî rasterast pêşniyaran pêşkêşî dengdana gel bikin. Bi saya vê yekê rojeva siyasî bes ne ji aliyê hikûmet yan jî parlamentoyê di heman demê de derfetê dide ku ji aliyê welatiyan ve jî were diyarkirin.
Demokrasiya rasterast bes di asta federal de nayê sepandin. Kanton û şaredarî jî dikarin di gelek mijaran de referandûmê yan jî dengdana gel li dar bixin. Bi taybetî pergala Civîna Meclîsa Şaredariyan a li şaredariyên biçûk tê sepandin, derfetê dide ku welatî mijarên weke budce, razemeniyên binesaziyê, bacên xwecihî û xizmetên şaredariyê rû bi rû nîqaş bikin û li ser wan biryarê bidin. Bi saya vê yekê demokrasî bes ne di asta neteweyî de ye weke parçeyekî jiyana rojane di asta xwecihî de jî tê sepandin.
Li Swîsreyê ev rewş bi piranî ne weke lawaziya pergalê, weke hêmaneke ku rewabûna siyasî xurt dike, tê nirxandin. Ji ber ku tê qebûlkirin ku biryarên ku li gel lihevkirina civakî ya berfireh hatine standin mayîndetir in û ji aliyê derdorên civakî ên cuda ve jî bi hêsantir tên qebûlkirin.
ENCAM
Pergala siyasî ya Swîsreyê ne encama tercîheke destûrî ya ji nişkê ve ye; berhemê sedsalan ê pevçûn, lihevkirin û veguherînên sazîbûnê ye. Kantonên xurt, rêveberiyên herêmî, parlamentoya du-meclîsî, rêveberiya kolektîf û demokrasiya rasterast, beşên bingehîn ên mimariyeke siyasî ne ku dihêlin nasnameyên cuda di bin heman banî de bi hev re bijîn. Ev ezmûn nîşan dide ku aramiya siyasî ne tenê bi rêveberiyeke navendî ya xurt, bi dabeşkirina desthilatiyê û beşdariya civakan tê peydakirin.
Ji ber vê yekê mînaka Swîsreyê di nîqaşên çareseriya demokratîk a meseleya Kurd de li Tirkiyeyê gelek caran tê rojevê. Lê belê divê ev model ne wekî reçeteyeke amade ya destûrê bê dîtin. Wekî ku zanyarên siyasî destnîşan dikin, federalîzma Swîsreyê li ser bingeha lihevkirinên dîrokî û çandeke xurt hatiye avakirin.
Tevî vê yekê, mînaka Swîsreyê ji bo nasîna nasnameyên cuda, xurtkirina rêveberiyên herêmî û pêşxistina mekanîzmayên demokratîk derman û dersên mezin ên girîng pêşkêş dike. Di vê çarçoveyê de nîqaşên çareseriyê yên li Tirkiyeyê jî divê ne tenê li ser ewlehiyê, li ser pirsa ku van cudahiyan bi kîjan amûrên hiqûqî re dikarin werin rêvebirin bê nirxandin.
Peyama herî girîng a ezmûna Swîsreyê ev e: Aşitiya civakî ya domdar ne bi pejirandina heman nasnameyê ji aliyê hemû kesan ve, bi avakirina pergaleke siyasî ya ku her kes xwe tê de wekhev û di ewlehiyê de his dike pêkan e. Tecrubeya Swîsreyê nîşan dide ku misogerkirina sazîbûnê ya cudahiyan di dewletê de aramiya rastîn ava dike.
ÇAVKANÎ:
Konfederasyona Swîsreyê. Destûra Bingehîn a Federal a Swîsreyê.
Linder, Wolf û Sean Mueller. Demokrasiya Swîsreyê: Ji bo Pevçûnên di Civakên Pirçandî de Çareseriyên Pêkan (Swiss Democracy: Possible Solutions to Conflict in Multicultural Societies). Çapa 4’an. Cham: Palgrave Macmillan, 2021.
Vatter, Adrian. Federalîzma Swîsreyê:Veguhastina Modeleke Federal (Swiss Federalism: The Transformation of a Federal Model). Londra: Routledge, 2018.
Serokê Federal a Swîsreyê, Sîstema Siyasî ya Swîsreyê (The Swiss Political System). Bern: Swiss Federal Chancellery.
Wezareta Karûbarên Derve ya Federal a Swîsreyê, Konfederasyona Swîsreyê: Rêbereke Kurt (The Swiss Confederation – A Brief Guide). Bern: FDFA.

