Yekşem, 2 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê girtiyên nexweş Oztel û Avci bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê rêxistinbûna herêmî were xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 4 bajaran aqûbeta windayan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo qurbaniyên li Kerboranê edalet hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    13’emîn Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Mahîr Destîna li Çarqurnê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya ku ji bo şehîd Şiyar Destîna Zana hat danîn, di dorpêça polîsan de hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê: Em ê bi ruhê Kobanê têkoşîna Kurdistanê bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê pîrozbahiya Aştî û Civaka Demokratîk: Em ê xeyalên Ocalan pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ serdana sersaxiya şehîd Rizgar Rojka kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Murad: ‘Aboriya jinan hemû jinên civakê digire nava xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwekuştinek Fermanek e’ da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > MSD: Çareserî divê bi lihevkirineke neteweyî be
Rojava

MSD: Çareserî divê bi lihevkirineke neteweyî be

MSD'ê têkildarî şerê li Suwêdayê daxuyaniyek da û diyar kir ku çareserî divê bi lihevkirineke neteweyî be ku hemû Sûriyeyiyan hembêz bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê rewşa Siwêdayê û siberoja Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi fikareke mezin geşedanên xeternak ên ewlehiyê, şerên çekdar û kiryarên tundiyên yên li dijî sivîlên li Siwêdayê têne kirin, dişopîne. Ev kirin gefê li welêt dixwe ku bikeve krîzên kûrtir, û li gel xetimîna siyasî û nebûna dewleteke nîştimanî ya yekgirtî dibe sedema teqînek navxweyî ya mezhebî an herêmî.

Bûyerên ku îro li Siwêdayê rû didin bûyereke îzole nîn e, lê belê nîşaneke rasterast a hilweşîna giştî ya pêkhatina siyasî û sazûmanî ya welêt e. Ev hilweşîn encama siyasetên bi dehên salan ên dûrxistin, zordarî û paşguhkirina pêkhateyên nîştimanî ye. Di heman demê de encama têkçûna rayedarên navendî di bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên rêvebirina cihêrengiyê û mîsogerkirina aştiya navxweyî de ye.

Em MSD teqez dikin ku ev geşedanên xeternak rasterast gefê li rêgeza yekitî û silametiya axa Sûriyeyê dixwin. Di heman demê de qanûna mirovî ya navneteweyî û mafên ewlehî û jiyaneke bi rûmet a sûriyeyan têk dibin. Ev geşedan her wiha lawaziya rewşa heyî nîşan dide. Lew ra jî pêdiviya lezgîn bi lêgerîna çareseriyên siyasî yên domdar derdikeve ku dawî li sedemên pevçûnê bîne,pêşî li dubarebûna bûyerên ewlehiyê li deverên din ên welêt bigirin.

Li ser vê yekê û ji ber berpirsiyariya me ya nîştimanî û exlaqî em teqeziyê li ser van xalan dikin:

1. Em hemû şêweyên tundûtûjiyê, pevçûnên çekdarî û kaosa ewlehiyê yên ku gefê li aştiya navxweyî li Siwêda û herêmên din ên Sûriyeyê dikin şermezar dikin. Em teqez dikin ku pêwîst e demildest hemû kiryarên dijminane ku çavkaniya wan kî bin bila bibin, werin rawestandin. Divê der barê van bûyeran de lêpirsînek serbixwe û zelal were destpêkirin, hesab ji berpirsên binpêkirinan were xwestin.

2.  Em bi lezgînî banga destpêkirina diyalogeke nîştimanî ya berfireh dikin. Divê diyalog bi konferansek nîştimanî ya berfireh tacîdar bibe ku hemû hêzên nîştimanî yê demokratîk beşdar bibin. Lazim e armanca vê konferansê projeyek siyasî ya Sûriyeyê ya nû ya li ser bingeha dadmendiya veguhêz, bidawîanîna zordariyê û pejirandina pergalek demokratîk a nenavendî û piralî be ku beşdariya aktîvkirî ya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê mîsoger bike.

3. Em hişyarî didin ku welat bişemite nava akokiyên hundirîn ên mezhebî û herêmî; ev yek jî gefan li hebûna stasuya dewleta Sûriyeyê û civaka wê ya cihêreng dixwe û bandorên wêranker li ser pêşeroja jiyana hevbeş û aştiya civakî çêdikin.

4. Ji ber rola wan a metirsîdar di teşwîqkirina pevçûnan û gefên wan ên li aştiya navxweyî û jiyana hevbeş, em banga rawestandina hemû gotinên nefretê û provokasyonên medyayî û siyasî dikin. . Em tekez dikin ku avakirina baweriya nîştimanî bi axaftin û platformê ya berpirsiyar û rêzgirtina li cihêrengiyê dest pê dike.

5. Divê hemû aliyên siyasî û leşkerî yên hundirîn, herêmî û navneteweyî berpirsiyariyên xwe yên yasayî, siyasî û exlaqî yên der barê rewşa berdewam de bi cih bînin. Em bang dikin ku divê rêz li qanûnên navneteweyî bê girtin. Divê rê li ber rol û destwerdanên ku dibin sedema gurkirina pevçûnan an jî bikaranîna wan ji bo rojevên teng bê girtin.

6. Her çareseriyek siyasî li Sûriyeyê divê bi tevahî sûriyeyî, berfireh û nîştimanî be. Divê çareserî li ser bingeha diyalog, lihevkirin û naskirina hevbeş be, ne li ser tundûtûjî, dûrxistin, destwerdanên derve be, ku avakirina dewletek demokratîk û sivîl a li gorî bingeha prensîba hemwelatîbûna wekhev, serweriya yasayî û rêzgirtina ji bo cihêrengiya neteweyî, çandî û olî mîsoger bike.

Di dawiyê de; di vê qonaxa dîrokî de, em banga xwe ya li tevahiya hêzên nîştimanî nû dikin ku berpirsyaryên xwe yên ji nû ve avakirina bawerî û aştiya navxweyî bi cih bînin. Em bang dikin ku dengê aqilê bidin pêş û provokasyon û parçebûnê rawestînin, her wiha gavan ber bi projeyeke nîştimanî ya demokratîk a giştî ve biavêjin ku Sûriyeyê ji tunela şer û hilweşînê derxe û asyonên nû yên azadî, edalet û îstiqrarê li pêşiya gelê wê veke.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Siwêdayê xwest ku hêzên Şamê ji bajêr derkevin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Miksê serlêdana li dijî desteserkirina şaredariyê

Şaxê Wanê yê OHD'ê ji bo betalkirina biryara desteserkirina Şaredariya Miksê serî li Dadgeha Îdare…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana gelan wê komplogeran têk bibe!

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlîbûna bi hezaran kesên…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên li Kelarê: Em ê bi hemû hêza xwe li dijî qanûna medenî rawestin

Endamên Navenda Hevbeş a Saziyên Jinan ên Germiyanê li dijî qanûna sererastkirina rewşa medenî wiha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîd Mahîr Destîna li Çarqurnê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bajarên Kantona Cizîrê çalakiyên ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmaniyê Komaleya Jinên Serbixwe hat avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Germiyanê bi pileya 4,7 erdhej çêbû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?