Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî saziyên sivîl ên Rojava û binesaziya herêmê de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî gerîla têkçûn, daxuyaniyek da. Hate diyarkirin ku êriş qanûnên navneteweyî binpê dike û gefeke xeternak li ser ewlehî û aştiya herêmê çêdike.
MSD’ê banga berxwedanê li gelê Sûriyeyê kir û got, “Em bang li her kesî dikin ku li dijî Nazîzma Nû ya Tirk dengê xwe bilind bikin.”
Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî, DYE û federasyona Rûsyayê ya li hemberî êrişan jî hatin şermezarkirin û hate gotin, bêdengiya li hemberî van sûcan paşguhkirina nirxên mirovî û rêgezên bingehîn ên edalet û mafên mirovan e. Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li herêmê terorê dike û hate gotin: “Bi van êrişan armanc dike ewlehiya herêmê xirab bike, tevliheviyê çêbike û DAÎŞ’ê zindî bike. Her wiha armanc dike herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, qirkirina etnîkî û guhertineke demografî pêk bîne.”